Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke

img
ŞIRNEX - Endamê Komîsyona Hawîrdorê yê Baroya Şirnexê Fadil Tay, anî ziman ku li dijî qirkirina daristanan a li bajêr bi daxwaza “rawestandin birêvebirinê” dê dozê li Wezareta Çandinî û Daristanan vekin. 
 
Birîna daran a bi hinceta “ewlehiyê” li herêmên Besta, Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê tê kirin, li navçeyên Qileban û Elkê jî didome. Qirkirina daristanan a li gundê Qeşûran ên girêdayî navçeya Qilebanê berdewam dikin, heta Geliyê Bêtkarê belav bûye. Birîna daran a li Gabar, Cûdî, Çilênimêja û Komate hatiye destpêkirin jî didome. Rêxistinên ku dixwazin balê bikişînin ser talankirina xwezayê ya li Şirnexê xwe amade dikin ku di 28’ê tîrmehê de li bajêr bicivin. Rêxistinên hiqûqî jî xwe amade dikin ku bi daxwaza rawestandina birêvebirina biryara birîna daristanan dozê vekin. 
 
Endamê Komîsyona Hawîrdorê yê Baroya Şirnexê parêzer Fadil Tay, bi lêv kir ku talana xwezayê ya li bajêr sîstematîk bûye û diyar kir ku piştî salên 2020 û 2021’an talana xwezayê gihişt asta herî jor. Tay, destnîşan kir ku bi hatina demsala havînê leza talanê zêdetir bûye û wiha got: “Salên beriya niha bi hinceta ‘ewlehiyê’ daristan dihatin şewitandin. Di salên dawî de rêbaz guhertine û talan tê domandin. Qada ku tê talankirin li Îdareya Taybet a Bajêr didin îhaleyê. Bi îhaleyeke teşeyî ya derqanûnî tê pêkanîn û ji qirkirina daristanan re destûr tê dayîn. Van îhaleyan jî bi taybetî didin cerdevanan. Êdî bûye qadeke rantê  ya mezin. Mînak ji bo qalekol û qereqolan divê di 500 mîtroçargoşeyan de dar bên birîn lê niha di qadeke 5 hezar donim de talanê dikin.”
 
‘PERGALA MÊTÎNGERIYÊ TÊ DOMANDIN’ 
 
Tay, da zanîn ku talana li herêmên Cûdî, Besta û Gabarê dest pê kir, ji ser Komate, navçeyên Qileban û Elkê heta Herêma Kurdistanê belav bûye û wiha domand: “Hemû cureyên endemîk ên li herêmê ji holê tên rakirin. Ekosîstem tê guhertin. Dixwazin jiyana zindiyan xelas bikin. Talana li herêmê bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Li aliyekî daran dibirin li aliyê din komirî derdixînin. Ji bilî vê ji bo madenên cuda bên derxistin her sal talanê zêdetir dikin û didomînin.”
 
ÎHD, OHD Û BAROYA ŞIRNEXÊ DÊ DOZA BETALKIRINÊ VEKIN 
 
Tay, bi lêv kir ku hem ji aliyê bawerî hem jî ji aliyê hiqûqî divê daristan bên parastin û wiha got: “Lê dema ev herêm bibin herêmên Cûdî, Gabar, Besta an ku Botan hiqûq cuda dişixûle. Bê encam dimîne. Weke baroyê hin hewldanên me yên qanûnî çêdibin. Me di sala 2021’an de raporeke berfireh weşand. Di çarçoveya vê raporê de gelek serlêdanên me yên sûc çêbûn. Lê hemû serlêdanên me bi awayekî neyînî hatin bersivandin. Dîsa di rojên pêşiya me de Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ên Şirnexê ji bo rawestandina qirkirina daristanan dê dozê li Wezareta Çandinî û Daristanan vekin.”
 
‘DI 28’Ê TÎRMEHÊ DE LI BENDA HEMÛ GEL IN’ 
 
Tay, herî dawî têkildarî çalakiya ku dê di 28’ê tîrmehê de bi rêxistinên ekolojiyê re li dar bixin ev bang kir: “Heke xweza were tunekirin dê jiyan jî ji holê rabe. Ji bo wê divê em bi awayekî herî xurt dengê xwe bilind bikin. Lİ dijî talankirina xwezayê ya niha berdewam dike, di pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi tevlibûna hemû dînamîkên bajêr re em ê di 28’ê tîrmehê de çalakiyekê li dar bixin. Em ê li dijî talankirina herêma xwe dengê xwe derxînin û xwedî li mafê xwe derkevin. Em li benda hemû gelê xwe ne. Ev xweza ya me hemûyan e.”
 
MA / Omer Akin