Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin

img
ÎZMÎR - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî birîna daran a li Şirnexê bang li herkesê ku li dijî qirkirina xwezayê disekine kiribû ku di 28'ê tirmehê de li Şirnexê bin. Hevberdevkê Yekitiya Ekolojiyê Suleyman Eryilmaz ê bersiva vê bangê da, ji hemû pêkhateyên xwe xwest ku bersiva vê bangê bidin û got: “Em ê têkildarî talana li bajarên kurdan zêdetir gotinan bibêjin.”
 
Li herêmên Besta, Cudî, Gabar, Cilênimêja û Komatê yê girêdayî Şirnexê birînda daran ku hatiye destpêkirin didome. Li dijî birîna daran a li van herêman rêxistinên ekolojiyê ketin nava liv û tevgerê. Jiholêrakirina daristanan a ji aliyê leşker û cerdevanan ve ya ji ber ewlekariyê, rêxistinên ekolojiyê li dijî texrîbkirina eko-sîstemê bi dirûşma “Li dijî qirkirina xwezayê bisekine” li hev civand. Rêxistinên ekolojiyê piştgirî dan banga Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ku wê 28’ê tîrmehê li bajêr bicivin. Yekîtiya Ekolojiyê ku gelek rêxistinên ekolojiyê jî di nav de ye ragihand ku ji bo rawestandina qirkirina ekolojiyê ew ê li bajêr bin.
 
Hevberdevkê Yekitiya Ekolojiyê Suleyman Eryilmaz banga ji bo Şirnexê hate kirin û yekîtiya têkoşîna tevgerên ekolojiyê nirxand û bi bîr xist ku ev 3 sal in li herêmê birîna daran a bê navber heye û anî ziman ku di encama vê birînê de ji sedî 8’ê daristanan ji holê rabûye. Eryilmaz, diyar kir ku dema dîmenên peykê yên Çiyayê Cûdî yên di navbera 2013’an û 2023’yan de danîn ber hev tê dîtin ku daristan ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Ev yek jî dide nîşandan ku qirkirina ekolojiyê pêk hatiye. Bi awayekî aşkere daristanan ji holê radikin û daran li kamyonan bar dikin û dibin. Tevî hemû îtîrazan jî guhên xwe nadin û dikin. Qirkirina ekolojiyê bi zirara bêveger tê pênasekirin. Ev tê wateya ji holê rabûna ekosîstemê. Tişta ku li Şirnexê îro tê jiyîn ev e.”
 
‘DIVÊ EM ZÊDETIR GOTINAN BIBÊJIN’ 
 
Eryilmaz, bal kişand ku li ser bêdengiya Tirkiyeyê ya li dijî qirkirina ekolojiyê rexneyeke mafdar heye û wiha domand: “Her cara ez diçim bajarên kurdan gazineke wiha tê kirin. Ev rewş hem bi feraseta ku dewletê afirandiye re têkildar e û hem jî pirsgirêka demê ya ji ber ku hilweşîna ekolojîk pir cihê ye û li her deverê belav bûye. Lê me civîna dawî ya Yekitiya Ekolojiyê di meha gulanê de li Amedê pêk anî û em di wê civînê de li ser vê mijarê axivîn. Me biryar da ku qirkirina ekolojîk a li bajarên kurdan wê bibe karê sereke yê Yekitiya Ekolojiyê. Dû re piştî şewata li Amedê derket em çûn herêmê û me raporek nivîsand. Em ê ji niha û şunde têkildarî talana li bajarên kurdan zêdetir gotinan bibênin. Em ê destûrê nedin ku gelê kurd xwe bi tenê hîs bike. Heta ku em vê pêbaweriyê ji holê rakin em ê li dijî hemû qirkirinên ekolojîk û karesatên li bajarên kurdan pêk tên bi hestiyar bin û deng bidinê.”
 
‘TÊKOŞÎNA ME HEVPAR E’ 
 
Eryilmaz, da zanîn ku li her derê cîhanê talanek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sermaye xwezayê weke amûrekê dibîne û îstîsmar dike. Hemû berxwedanên ekolojiyê, berxwedanên li dijî kapîtalîzmê ne. Ji ber vê yekê têkoşîna li Şirnexê bê dayîn û ya li Balikesîrê bê dayîn li dijî sermayayê berxwedaneke û hevkar in. Di dema çalakiyên Akbelenê de dirûşmeyeke weke ‘Ji Akbelen heta Cûdî hemû çiya û daristan ên me ne” hebû. Divê wisa be û ev têkilî bê danîn. Qirkirina ekolojîk a li Şirnexê û ya li Balikesîrê heman in. Helbet Yekitiya Ekolojiyê ne tenê bi meseleya ekolojiyê têkildar e. Em bi pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî têkildar in. Ji bo axa ku em li ser dijîn bibe civakeke wekhevîxwaz û aştî û azadî were em di nav hewldanê de ne.”
 
JI BO HEVDÎTINÊ BANG
 
Eryilmaz, bal kişand ser hevdîtina ku hatiye plankirin di 28’ê tîrmehê de bê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bang kir ku li dijî qirkirina li Şirnexê careke din deng bê derxistin. Em jî dixwazin ku hemû pêkhateyên me bersiva vê bangê bidin û li wir cih bigirin. Divê hemû ekolojîst, parazvanên jiyanê di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin. Divê mirov li wir be û vê talanê bide sekinandin.”
 
MA / Tolga Guney