ŞIRNEX - Şêniyên ji gundê Spîndarok û Gundikêremo ku gundên wan ji lêgerîna madenê re hatine vekirin bertek nîşan dan û gotin: "Avahiyên me hilweşandin, goristanên me xera kirin û kaniyên me çikandin. Ma gelo ev ne zilm e?"
Deşt û gelî û çem û rûbarên gund, bajarok, navçeyên Şirnexê bi santralên termîk tên talankirin û wêrankirin. Avên ku li çem û rûbaran diherikin bi Santrala Hîdroelektrîk tên çikandin û bi wêrankirinek mezin re rûbirû ye. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li navenda bajarê Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Qileban, Hezex, Elkê û Silopiyayê bêyî ku pêwîstî bi rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) hebe li 20 herêman destûra lêgerîna madenê dabû. Li gel vê biryarê li herêmê ciheke ku nehatibe kolandin û wêrankirin nemaye.
BOLUNMEZ Ê AKP’YÎ HER CIH KOLANDIYE
Parlamenterê AKP'ê yê Mêrdînê yê berê Suleyman Bolunmez ê ku hema hema hemû kanên li herêmê dixebitîne cihek nekolandî nehişt. Li Gundikêremo û Spîndarok yên bi ser Şirnexê ve dê kana hûrkirina komirê bê avakirin. Kana ku wê 2 mîlyon lîreyê tirk li ser lêkirina wê hatiye xerckirin, ji bo komirê bê xebitandin. Gundên ku di salên 1990'î de ji ber zextên dewletê hatine valakirin û çûna van gundan hêj qedexe ye niha ji bo derxistina komirê wêrankirinê re rûbirû mane.
Şeniyên ji Gundikêremo û Spîndarok bertek nîşanî destûrdayina lêgerîna madenê dan û diyar kirin ku ew nikarin biçin gundên xwe lê çawa dibe ku ji bo derxistina komirê tê vekirin.
'GELO MA EV NE ZILM E?'
Ji şeniyên gundê Spîndarokê Melîha Atak (54) a ku bi salan e nikare biçe gundê xwe bibîne diyar kir ku gef li gundiyan hatiye kirin ku lêgerîna ji bo komirê qebûl bikin û wiha axivî: "Di sala 1985'an heta niha em neçûne gundê xwe. Gundê me gundeke gelek xweş bû. Havîna cûreyê her fêkî û zebzeyan lê çêdibûn. Çavkaniyên avên herî cemidî li gundên me bûn. Lê ev ji 30 salan bêtir e em neçûne gundê xwe. Em jî weke her welatiyekî dixwazin ku bi serbest biçin gundê xwe û em ji bax û bostanên sûdê bigirin. Weke her kesekî her hatina biharê em dixwazin ku biçin gundê xwe çandiniyê bikin. Em naxwazin ku gundê me di bin hafriyatê de bimîne. Hesreta me ew e ku em carekî gundê xwe bibînin. Li gund her tiştê me hebû. Lê em niha nikarin debara xwe bikin. Niha kîloya bacanan bûye 30 lîre. Heke ku îro ketina gundê me serbest ba, em ê biçin zebze û fêkiyê xwe biçînin. Gundê me ji madenê re hat vekirin. Avahiyên me yên ku em lê ji dayik bûne, bax û darên me hemû dê di bin hafrîyatê de bimînin. Ji me re dibêjin, 'Hûn bixwazin û nexwazin em ê bikevin gund'. Ji ber vê jî gundî nikarin tiştekî bikin. Ma gelo ev ne zilm e? Em naxwazin tenê dareke me jî di bin komirê de bimîne. Ew hesreta dilê me niha talan dikin. Ev nayê qebûlkirin."
XANÎ Û GOR HATINE XERAKIRIN
Ji şeniyên Gundikêremo Halîme Gulçer (55) jî bertek nîşanî lêgerîna madenê ango komirê da û destnîşan kir ku bêyî destûra wan gundê wan tê wêrankirin û wiha got: "Ew gundê me ye. Ew axa bav û kalên me ye. Weke ku ji parçeyek ji dilê me dikin. Em ewqasî acizin û pê diêşin. Heta ku hestiyên dêûbavên me dapîr û bapîrên me jî derxistine. Lê tiştek ji destê me nayê ku em bikin. Diçin li gundê me komirê derdixin û nahêlin ku em biçin lê binêrin. Xaniyên me hilweşandine. Bi xwedê dewletê tişta ku di salên 90'î de nekirî niha dike. Ji nû ve diçin gundên me hilweşînin. Avahiyên me hilweşandin, goristanên me xera kirin, kaniyên çikandin. Li dijî vê yekê me hemûyan îmze kom kirin û me daxwazname dan ku axa gundê me ji madenê re neyê vekirin. Komira me hebû, milkên me hebû û her tişteke me hebû. Her tiştên me hilweşandine. Her tişteke me hebû, lê niha tiştek ji me re nehiştin. Em naxwazin ku vê zilmê li ser gundê me bikin."
'EM EHLÊ GUND Û ÇIYAYÊ XWE NE’
Abdullah Akin (80) jî ku ji Gundikêremo ye bi lêv kir ku ew tişta ku li wan tê ferzkirin nayê qebûlkirin û wiha got: “Ew kesên ku ne ji vir û biyanî tên gundên me hildiweşînin û komirê derdixin û dibin. Tiştek ji me re nehiştin. Her tişteke me hilweşandin e. Zilm e, zilmê li me dikin. Gelo em ne ehlê vê derê ne? Em ehlê gundan û çiya ne. Tiştek ji destê me nayê. Xaniyên me yên bav û kalan xera kirin. Dar û daristanên me di bin kavilan de hiştine. Em vê qebûl nakin. Kesên ku komirê derdixin û dibin difiroşin hemû alîgirên dewletê ne.”
'BÊ XEBERA ME GUNDÊ ME XERA KIRIN'
Hesen Îzer (70) jî ku ji Gundikêremo ye anî ziman ku mafê tu kesî tune ye ku li ser axa kesekî tişteke wiha bike û got: "Bê xebera me gundê me xera kirin e. Ji me destûr jî nexwestine. Em naxwazin ku gundê me xera bikin. Gundê me xweş bû. Em naxwazin ku vê yekê li gundê me bikin.”
MA / Zeynep Durgut