'Em ê darên xwe nekin qurbana projeyê'

img

STENBOL - Parazvanên xwezayê bertek nîşanî projeya tunelê ya li Parka Maçkayê dan û ev tişt gotin: "Em ê nehêlin darê me bên tunekirin û bikin qurbana tunelê."

Ruxmê hemû nerazîbûnên gel, Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB), dixwaze projeya Tunela Dolmabahçe-Levazimê bixe dewrê. Bi projeyê re dora parkê bi bariyeran girtin, dê di 12'ê Sibatê de daran rakin. Lê welatiyên herêmê di berxwedanê de ne.
 
Însiyatîfa Bila Paka Maçkayê Ya Me Hemûyan Be, her êvarê li parkê kom dibin û bi nîqaş, foruman bertekên xwe tîne ziman. Welatiyan da zanîn ku ji xwe li Stenbolê cihekî piçûk ev der bû û wan li vir bêhna xwe distînin, lê piştî ev der jî tune bibin, dê cihekî ku bêhnê lê bigirin nemîne.
 
'EM Ê NEHÊLIN DARÊ ME TUNE BIBIN’ 
 
Parastvanê xwezayê Denîz Ozgur aşkera kir ku proje 3 û 500 metreyê Parka Maçkayê digire nava xwe û ev tişt got: "Ev proje sala çûyî xistin dewrê. Rêxistinên pîşeyî doz vekirin û ev plan rasestiya. ÎBB'ê bi hinceta 'Guhertin kirine', careke din anî rojevê. Tu guhertin nekirine." Ozgur da zanîn ku ew wekî parastvanên xwezayê û welatiyên bajêr, li parkê her roj nobedê digirin û tiştên diqewimin rapor dikin û wiha axivî: "Tunel û rêyên ku bên çêkirin dê pirsgirêka trafîkê çareser neke. Ji bo wê em ê destûrê nedin darên me bên tunekirin."
 
‘DIKIN QURBANÊ POLÎTÎKAYA RANTÊ’
 
Xwendekara zanîngehê Nurselî Gozuaçik, anî ziman ku ji ber bajar bi tevahî kirine beton, tenê qadeke hêşinayî û bêhnstandinê ev der e û wiha got: "Ev der her kes bi rihetî dixebitîne. Van qadan jî tune dikin û dikin qurbanê polîtîkayên rantê. Em her roj qadeke hêşinayî ya vî bajarî winda dikin û wekî ku xwîn ji laşê me biçe." Gozuaçik da zanîn ku darên ku bên rakirin û li cihekê din daynin, dê bi tu awayî hêşîn nebin û xwest dest ji vê niheqiyê berdin.
 
‘DÊ QADA HÊŞINAHIYÊ TUNE BIKIN’ 
 
Endezyarê înşaetê Ersîn Kîrîş destnîşan kir ku tunel demek dirêj e tê kolan û ev nirxandin kir: "Beşa projeyê ya ku dikeve nava parkê, ji ber bertekan ji dawiyê re hiştin. Di roja destpêkê de 3 dar rakirin. Em li rojên pêş mêze dikin şaredarî qet di warê daran de ne hesas e." Kîriş anî ziman ku di hişmendiya şaredariyê de parastina xwezayê tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev proje tenê ji bo rêya bejahî ye û hêşînahiyê naparêze. Dê qada hêşînahiyê tune bikin."
 
Kîrîş derbirî ku roja ev porje bikeve meryetê, dê dûkela egzozan bandoreke xirab li ser parkê, ajalên li parkê bike û wiha axivî: "Kesên bên li wir werzîşê bikin dê ji ber qirêjiyê ne rihet bin. Divê hemû welatî xwedî li parkê derkevin."