KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin

img

ÇEWLIG - Hevserokê KAYY-DER'ê Ahmet Tuzun, diyar kir ku li Çewligê "qirkirineke ekolojîk" rû dide û ji bo birîna daran jî got: "Ev yek perçeyek polîtîkaya ku herêm ji mirovan bê xalîkirine." 

Çewlig ji salên 1990'an ve bi çêkirina bendav û Santralên Hîdroelektrîkê (HES) bi rûxandineke ekolojîk re rû bi rû ye. Bi 7 bendav û 6 HES'ê li bajêr hatine çêkirin, hema bibêje piraniya zeviyan di bin avê de mane. Di demên dawî de jî daristan dişewitin. Her wiha birîna darên Daristana Karacehennemê ku bi hinceta "ewlehiyê" tên birîn, 16 roj in didome. 
 
Hevserokê Komeleya Alîkariya Civakî û Çandê ya Navçeyên Gêxî-Depdepe-Azarpêt-Xorxol-Çêrmeyê (KAYY-DER) Ahmet Tuzun, anî ziman ku texrîbata li bajêr tê kirin "tercîheke siyasî" ye û bi vê tê xwestin ku herêm ji mirovan bê xalîkirin. 
 
TALÛKE
 
Tuzun, diyar kir ku li welatên pêşketî ev proje tên betalkirin ji ber ku derdorê texrîb dikin, lê li Tirkiyeyê bi taybetî li bajarên herêmê bêyî zirara bendavan a li ser ekosîstemê bê hesibandin bendav û HES'ên nû hîn jî tên çêkirin. Tuzun, destnîşan kir ku li deverên ku bendav lê tên çêkirin avhewa diguhere û got: "Avhewa nerm dibe û ji ber vê rutûbetek zêde çêdibe. Ji ber pêşiya avê tê girtin, ekosîstem xirab dibe. Populasyona masiyan diguhere. Li herêma me bêevî rû daye. Bi sondajê av tê derxistin. Bi ser de jî krîza avhewayê ya global heye û ji ber vê herêma me ya ku bihuteke xwezayî ye, niha bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye." 
 
ÇANDINÎ NEMA
 
Tuzun, diyar kir ku çavkaniya sereke ya herêmê çandinî ûs ewalvanî ye û got: "Lê bi projeyên bi vî rengî mirov muhtacî nên dikin. Ji ber vê yekê an mirovan wekî cerdevanan didin şixulandin an jî di bin navê alîkariya civakî de wan bi xw eve girêdidin." 
 
RAPORÊN ÇED'Ê
 
Tuzun, da zanîn ku li Çewligê pirsgirêkeke din jî şîrketên madenê bêyî ku rapora ÇED'ê wergirin bi destûr awalîtiyê ruxsetê digirin û got: "Bi vê jî, kesên tên herêmê û bi habîtata herêmê nizanin, zirareke mezin didin herêmê." 
 
ÎHALEYA NÊRÇIRVANIYÊ
 
Tuzun, destnîşan kir ku Wezareta Çandinî û Daristanê li bajêr îhaleyên nêçirvaniyê çêdike û got: "Li vir, nêçirvanên qaçax gelek in. Bi ser de jî dewlet radibe îhaleyya nêçirvaniyê çêdike." 
 
POLÎTÎKAYÊN XALÎKIRINA JI MIROVAN
 
Tuzun herî dawî bal kişand ser darên ku 16 roj in li Çewligê tên birîn û got: "Birîna daristanên me, versiyoneke polîtîkaya xalîkirina ji mirovan e. Awayê dawî yê qirkirina ekoljîk e. Daristanên herêma me xw ebi xwe çêdibin, lê piştî salên dûr û dirêj. Berhemeka ekosîstemê ye. Ev qada, na qadên kesî ne ku dar lêçandine. Niha li Daristanên Karacehennemê qadeke 35 hektarî tê birîn. Li gor cendrimeyan bi hinceta 'ewlehiyê', li gor Midûriyeta Daristanan jî 'xebata nûkirinê' ye. Em vê qirkirinê şermezar dikin. Mirov tiştekî ji bîr dikin. Pêdiviya xwezayê bi te tune ye, pêdiviya te bi xwezayê heye. Gava ew nemîne, tu yê jî nemînî." 
 
MA / Cengîz Ozbasar