Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin

img

COLEMÊRG - Yek ji bajarên hewaya wê herî qirêj Colemêrg e. Hema bibêje mirovan jehrî dike. Welatiyan anî ziman ku ev ji ber komirê bêqalîte ya "alîkariyê" ye û xwestin xebatên ji bo gaza xwezayî rojek berî rojekê biqedin. 

 
Navenda Şopandinê ya Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, di dawiya meha Mijdarê de rêjeyên bajarên ên derbarê hewaya qirêj de parve kirin. Îsal di nav bajarên hewaya wan herî qirêj de Colemêrg di rêza sisêyan de ye. Welatî diyar dikin ku ev yek ji ber komira bêqalîte ya "alîkariyê" ye. Ev yek bandorê li tenduristiya şêniyên bajêr jî dike. Welatiyan xwestin tevdîr bên girtin. 
 
NIKARIN BÊHNÊ BISTÎNIN
 
Mizgîn Ozdînç, bilêv kir ku ji bo pêşî li ber qirêjiyê bê girtin xebatên ji bo gaza xwezayî divê rojek berî rojekê bên temamkirin. Ozdînç, destnîşan kir ku heya ku komira bêqalîte bê bikaranîn dê ev qirêjî jî hebe. Ozdînç, anî ziman ku divê komira baş bê belavkirin û got: "Ev yek dibe sedema gelek nexweşînan. Mirovên astim bi wan re heye, nikarin bêhnê bistînin. Nikarin derkevin derve jî. Mirov bi zorê bêhnê distînin." 
 
Eyup Kaval jî anî ziman ku gava şewba Covîd-19'ê tune bû jî li bajêr gelek eksan maske bi kar dianî. Kaval got: "Em jehr hildimijin. Gava em diçin malê, em dibînin ku tûka me ripîreş bûye. Bi salan e wisa ye. Kes tiştekî nake." 
 
Kaval bal kişand ser xebatên ji bo gaza xwezayî jî û got: "Niha gaza xwezayî tenê li navendê heye. Nehatiye taxan. Lewma divê xebatên wê bi lez û bez bên kirin." Her wiha Kaval, destnîşan kir ku ji ber qirêjiyê li bajêr nexweşîna pençeşêrê jî zêde bûye û got: "Rojek berî rojekê divê çareyek bê dîtin."