Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!

img

ÊLIH - Li Bismil û Farqînê şewitandina pirêzeyan, bandoreke nebaş li Êlihê dike. Serokê Odeya Bijîşkan Selahattîn Ogûz, anî ziman ku dûmana xwe li bajêr digire nahêle bêhna nexweşan derkeve. 

Li navçeya Bismil û Farqînê yên Amedê şewitandina pirêzeyan bandoreke neyînî li Êlihê dike. Nexasim jî dûmana pirêzeyên garis xwe li navenda Êlih û derdora wê digire û ev yek bandoreke nebaş li tenduristiya gel dike. Hat diyarkirin ku ji ber vê hawirdorparêz telefonî îtfaiyeyê kirine, lê belê tiştên ji wan re hatiye gotin "wesayîta me tuneye." 
 
JI BO HEMÛ CANDARA ZIRAR E 
 
Yek ji rêxistineke hawirdorparê ku li dijî şewitandina pirêzeyan têdikoşe Komeleya Dilxwazin Hawirdorê ya Êlihê ye. Serokê komeleyê Hasan Argûnaga, anî ziman ku piştî li hemberî vê têkoşiyana li bajêr şewitandina pirêzeyan pir kêm bûye. Argûnaga, da zanîn ku her sal van çaxan bi taybetî jî li Bismil û Farqînê pirêze tên eşwitandin û ji ber vê bajêr bi zor û zehmetiyê re rû bi rû dimîne. Argûnaga got: "Tenê ne yên li bajêr, candar hemû jiyana xwe ji dest didin. Dibe ku şewitandina pirêzeyan ji bo berê duyemîn rê û rêbazek be, lê ne çareyeke mayînde ye. Tu fêdeya şewitandina pirêzeyan tuneye, bereksê wê zirara wê heye. Hem zirarê dide axê hem jî hemû candaran. A tê şewitandin tenê ne kulmek ax e, hemû candar in. Bi şewitandian pirêzeyan ax tê tunekirin, berdarî kê dibe." 
 
Argûnaga, anî ziman ku divê saziyên dewletê û rêxistin civaka sivîl bi awayekî hevpar cotlara serwext bikin di vî warî de. 
 
NAHÊLE MIROV BÊHNÊ BISTÎNE 
 
Serokê Odeya BIjîşkan a Êlihê Selahettîn Ogûz jî anî ziman ku pirêzeyên li Bismil û Farqînê tên şewitandin hem zirarê didin tenduristiya mirovan hem jî xwezayê. Ogûz, bal kişand ser nexweşînên bêhnî yên enfeksiyonê ku di dema pandemiyê zêde rû didin û got: "Divê em bikin ku mirov karibin bêhnê bistînin. Lê di demek werê de ku şewitandina pirêzeyan zêde bûye, nexasim bi pandemiyê re tenduristiya mirovan jî dikeve talûkeyê." 
 
Ogûz, bibîr xist ku berê jî Odeya Bijîşkan di vî warî de tevgeriyaye û xwest rojek berî rojekê tevdîr bên girtin. Ogûz got: "Şewitandina pirêzeyan nahêle bajêr bêhnê bistîne. Her wiha nahêle nexweşên KOAH, nexweşên astimê bêhnê bistînin. Lewma divê dev ji şewitandina pirêzeyan bê berdan." 
 
Rustem Demîr ku ji navçeya Sêwreg a Rihayê ji bo berhevkirina priêzeyan hatiye Êlihê anî ziman ku ji dêvla bê şewitandin bila bê berhevkirin. Demîr, diyar kir ku şewitandina pirêzeyan zirarê dide ax, heywa û mirovan û got: "Gelek kes wekî me pirêzeyan berhev dikin ûd ifiroşin fabrîkeyan. Ji dêvla hûn dişewitînin bidin me yan jî bifiroşin fabrîkeyan bila bibe enerjîç Heger wisa bê kirin wê zirar negihê xwezayê jî."