‘Wê bi projeyên medenê komkujiya ekolojîk derkeve holê’

img
DERSIM – Meclisa Bila Mûnzûr Azad Biherike, bertek nîşanî 11 herêmên Dersimê ku tê xwestin wergerin qadên medenê da û hişyar kir ku wê bi projeyê komkujiya ekolojiyê derkeve holê. 
 
Meclisa Bila Mûnzûr Azad Biherike, derbarê 11 herêmên Dersimê ku tê xwestin wergerin qadên medenê, li Kolana Hunerê daxuyanî da çapameniyê û bertek nîşanî projeyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji êrişên li dijî hawirdor, xweza, çand û baweriya xwe re bibêjin rawest e” hat vekirin û Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn axivî. 
 
‘WE DESTÛR GIRTIYE?’
 
Çetîn, bi bîr xist ku Miduriyeta Giştî ya Karên Petrol û Medenê (MAPEG), ji sala 2019’an ve li 2 hezar û 685 herêman îlana ruxsatan kiriye. Çetîn, destnîşan kir ku sermiyan niha jî erdnîgariya Dersimê kiriye hedefa xwe û wiha got: “Îro li Enqereyê 11 îhale tên kirin. Mezinbûna Parqa Neteweyî ya Geliyê Mûnzûrê 42 hezar hektar e. Qada ku hatiye ruxsatkirin, ji sînorên parqa neteweyî mezintir e. Ji hêla jiyana kovî ve herêmeke bêhampa ye. Em dipirsin we destûr girtiye? Pir zelal e ku wê bi pêkanîna projeya medenê komkujiya ekolojîk derkeve holê. Em di parastina hawirdor, xweza, çand û baweriya xwe de paş de gav navêjin.”