Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê: Em ji bo tiştên ku li Sûriyeyê dibin bi fikar in

  • cîhan
  • 12:10 21 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû, diyar kir ku êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên ku li welat pêk tên, ketiye rewşe ku ne bi dilê wan û ev rewş jî wan dike nav fikaran. 
 
Piştî peymana bi Amerîkayê re ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê sibê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin pêk bîne. Beriya vê hevdîtina bi krîtîk, ji Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû rexnekirina êrîşa Tirkiyeyê hat. Şoygû, di Forûma Xîangshanê ya li paytexta Çîn Pekînê de têkildarî mijarê axivî û ev tişt got: "Em pir hêvî dikin ku gavên hatine avêtin, hevkariya me ya bi hevpîşeyên me yên Amerîka û Tirkiyeyê re aramî û ewlehiya heremê baştir bike. Lê mixabin tiştên ku di rojên dawîn de diqewimin, me sewqî fikrên baş nakin."
 
Şoygû, ji bo endamên DAIŞ'ê diyar kir ku piraniya cih û kampên ku terorîstên bi dehan welatan têde dihatin girtin, êdî ne di bin kontrolê de ne û ev tişt anî ziman: "Ev terorîst ji Sûriyeyê berbelavî deverên din bûne. Di encama çalakiyên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê de 8 kampên penaberan û 12 girtîgehên ku endamên DAIŞ'ê li wan dihatin girtin, bêçavdêrî mane. Ev dibe ku bibe sedema koçberûna berovajî ya ber bi welatên wan. Divê ku hêzên navdewletê li dijî talûkeya terorîstan, propaganda û bîrdoziya wan hêzên xwe bikin yek. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di vê mijarê de xwedî tecrubeyek baş e û em amade ne vê tecrûbeya xwe bi hevparên xwe yên Asya-Pasîfîkê re parve bikin."