Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Rayedarên rûs bi Esad re hevdîtin pêk anîn

  • cîhan
  • 14:40 19 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, ragihand ku rayedarên rûn li Şamê bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtin pêk anîne. 
 
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, ragihand ku komek rayedarên rûs, li paytexta Sûriye Şamê bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtin pêk anîne. Wezaretê têkildarî hevdîtinê ev agahî parve kir: "Di hevdîtinê de li ser gengeşiya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û rewşa heyî hat rawestandin. Di civînê de hat xwestin ku tansiyona li herêmê dakeve û ji bo ewlehiya li deveran bergirî bên girtin."