Esad: Em ê bersivê bidin êrîşên Tirkiyê

  • cîhan
  • 17:16 17 Cotmeh 2019
  • |
img
ŞAM – Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad têkildarî êrişên Tirkiyê cara ewil daxuyanî da û got: “Em ê li dijî êrîşkariya Tirk li her deverê Sûriyê bi amûrên rewa bersivê bidin.” 
 
Serokê Dewletê yê Sûriyê Beşar Esad têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li dijî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara ewil axivî. Esad êrîşên Tirkiyê wek “êrîşkariyek vekirî ye” pênase kir û wiha got: “Em ê li dijî êrîşkariya Tirk li her deverê Sûriyê bi amûrên rewa bersivê bidin.” 
 
Reutersê daxuyaniya Esad spart çavkaniyên fermî yên Sûriyê û nûçeyê serwîs kir.