Rûsya: Tirkiyeyê rageşiyê bilind kir

  • cîhan
  • 15:03 17 Cotmeh 2019
  • |
img

MOSKOV - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, diyar kir ku lihevkirina di navbera Şam û kurdan de bi kêfxweşî pêşwazî kirine û li bakurê Sûriyeyê bi awayekî micid rageşî bilind bûye. 

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, di civîna heftane de têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. Zaharova, diyar kir ku Tirkiyeyê rageşiya li bakurê Sûriyeyê bi awayekî micid bilind kiriye û wiha got: "Di rojên dawîn de bi taybetî piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li rojhilatê Firatê deverên ku ne di bin kontrola Şamê de ne bi awayekî micid rageşî bilind bûye. Terorîst ji vê rageşiyê sûd wergirtin û şaneyên xwe yên razayî kirin tevgerê. Ev yek fikarên ji bo endamên DAIŞ'ê yên girtî û malbatê wan ên li kampan zêde dike. Endamên DAIŞ'ê ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo hemû welatên li herêm û derveyî herêmê gef in." 
 
'EM LIHÊVKIRINÊ BI KÊXWEŞÎ PÊŞWAZÎ DIKIN'
 
Zaharova têkildarî helwesta çareseriyê ya Rûsyayê jî ev tişt anî ziman: "Em bawer dikin ku li vê herêma Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê pêkhatina aşti û aramiya mayîn de tenê bi serwerî û yekparebûna Sûriyeyê pêkan e. Ev jî tê wateya ku divê deverên li ser sînorên Tirkiyeyê û tevahiya xaka Sûriyeyê bikeve bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê. Girêdayî vê yekê em dikarin lihevkirina di navbera Şam û kurdan de bi kêfxweşî pêşwazî bikin. Divê ku gengeşiya li bakurê Sûriyeyê pêvajoya siyasî nede rawstandin. Di serî de rêveberiya Sûriyeyê, pêkhateyên Astanayê û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê di vê ji bo civîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi awayekî çalak bixebitin."
 
'SURİYE Û TIRKIYE DIKARIN LI HEV BIKIN'
 
Di berdewamê de jî Zaharova anî ziman ku her tiştê ji bo civîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê amade ye, hemû namzet hatine vexwendin û dest bi çûyîna xwe ya Cenevreyê dikin û wiha pê de çû: "Rûsya dixwaze ku hevkariya fîîlî ya di navbera Şam û Enqereyê bê pêşxistin. Tirkiye û Sûriye dikarin bi hev bikin. Artêşên her du welatan bi awayekî şênber pîvanên xwe aşkera bikin."