Sariyildiz: NY erka xwe bi cih nayîn û cesaretê dide hikumetê

  • cîhan
  • 15:00 12 Tîrmeh 2019
  • |
img
CENEVRE - Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz, di konferanseke li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevre de axivî û got: “Ji ber ku NY ji erka xwe ya binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê hatin jiyîn direve, hikumet cesaretê digire. 
 
Li li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevrê, konferansa “Sûcên Îşkence û Mafê Mirovan û Girtîgehên li Tirkiyeyê” hat lidarxistin. Konferans ji aliyê Yekitiya Parastina Maf û Azadiyên Navneteweyî (AIDL) ve hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz, ji Tevgera Jinên Kurd Sûltan Toptaş û Berdevkê HDP’ê yê Ewropa Eyup Dorû di konferansê de axivîn. 
 
Faysal Sariyildiz, di axaftina li konferansê kir de, panorayama mafê mirovan a ji salên 1990’î ve li Tirkiyeyê tê jiyîn vegot. Sariyildiz, diyar kir ku Tirkiye li Rojhilata Navîn bi komên selefîperest re tevdigere û wiha got: “Ji ber vê yekê krîza heyî kurtir diebe. Bi van polîtîkayên li Rojhilata Navîn, pirsgirêkên li nava welat jî mezintir bûne.”
 
‘JI BERPIRSIYARTIYÊ REVÎ ’
 
Sariyildiz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê  beşên cuda û muxalîf rastî êrîşên mezin tên. Bi taybetî, piştî ku AKP’ê di hilbijartina giştî ya 7’ê Hezîrana 2015’an de winda kir,  polîtîkayên hişk bi rêve dibe. Bi dehan bajêr ser û bin kir. Mirov bi xwasî şewitandin. Ligel vê  yekê jî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji berpirsiyartiyê revî. Vê jî, hişt ku Tirkiye diwarê binpêkirina mafê mirovan de cesaetek mezintir bigire. Ji be polîtîkayên Erdogan bi rêve dibe, îro Tirkiye ketiye nava krîzek mezin a aborî û siyasî. Gel, herî dawî berteka xwe  ya vê yekê di hilbijartina herêmî de nîşan da. Ev jî dide nîşandan ku pêdivî bi polîtîkayek cuda û vînek din a siyasî heye.  Di vê mijarê de jî, siyaseta mezin ‘rêya sêyemîn’ a HDP’ê dibe xwedî girîngieyek mezin. Ji bo ku azadiya ramanê  li Tirkiyeyê pêş bikeve, emê têkoşîna xwe dewam bikin.” 
 
TOPTAŞ: TENÊ SOZÊN GIRTÎGEHÊ TÊN DAYÎN 
 
Ji aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd Sûltan Toptaş jî, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê. 
Toptaş, da zanîn ku ew bi xwe jî, nêzî 10 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de ma ye û wiha got: “Rejîma li Tirkiyeyê tenê sozên çêkirina girtîgehan dide gel. Li Tirkiyeyê, di salên 2002’an de tenê 59 hezar û 429 girtî hebûn. Ji sala 2002’yan, heya sala 2018’an de hev hejmar 4 qat zêdetir bû. Hikumeta AKP’ê dê li 384 girtîgehan 53 girtîgehên din zêde bike. Niha li girtîgehên Tirkiyeyê 458 jê giran, hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Dermankirina wan tê asteng kirin û di çend salên dawî de nêzî 40 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehên Tirkiyeyê di salên çûyî de girtî bi saxî hatin şewitandin, rastî îşkencê hatin û hatin qetilkirin. Dîsa îro ji hemû deman zêdetir binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan pir zêdetir bûye.”
 
DORÛ: NY’YÊ LI DIJÎ SÛCÊN TIRKIYEYÊ, BIRYARAN CIDÎ NAGIRE’
 
Berdevkê HDP’ê yê Awropa Eyup Dorû jî, bal kişand ser biryarên Konseya Ewropa û Yekitiya Ewropa yên derbarê Tirkiyeyê de dane û wiha bilêv kir: “Neteweyên Yekbûyî li dijî sûcên Tirkiyeyê biryarên cidî nagire.”
 
Berdevkê AIDL ê moderatoriya konferansê dikir Alî Mûsfa jî, di axaftina kir de, ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê binpêkirin û sûcên mafên mirovan ên giran hatin jiyîn. Ji ber vê yekê em Tirkiyeyê  şermezar dikin. Em ê tim şopdarê pêvajoya li welat pêş dikeve bin.”