Bi hezaran sînemagerên navdar biryara boykotkirina saziyên Îsraîlê dan

img
NAVENDA NÛÇEYAN  - Zêdetirî hezar û 800 sînamegerên li seranserî cîhanê naskirî, bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê hevkariyê bi saziyên çandî yên Îsraîlê re nekin. 
 
Zêdetirî hezar û 800 sînemager ku di nav wan de Olivia Colman, Javier Bardem, Mark Ruffalo, Tilda Swinton û Yorgos Lanthimos jî cih digirin, bi nameyekê ragihandin ku hin saziyên sînemayê yên Îsraîlê bi “hevkariya komkujiyê” sûcdar kirin û dan zanîn ew ê li gel wan saziyan nexebitin.
 
Di nameya li ser The Guardianê hate weşandin de îmzevanan mihrîcanên fîlman ên li gel hikûmeta Îsraîlê kar dikin, şîrketên çêkirin û belavkirinê û saziyên sînemayê hedef girtin. Daxuyanî, bi înîsiyatîfa Film Workers for Palestineyê hate amadekirin û şibandin tevgera boykota çandî ya serdema apartheida li Efrîqaya Başûr.
 
BANG NE JI BO ŞEXSÊN ÎSRAÎLÎ LÊ JI BO ‘SAZIYÊN HEVKAR E’ 
 
Sînemageran diyar kir bang ne ji bo şexsên Îsraîlî ye, li “saziyên hevkar” hatiye kirin. Name ji aliyê kesên weke Ava DuVernay, Riz Ahmed û Josh O’Connor ve jî hate îmzekirin.
 
HEVKARIYA XWE BI DAWÎ DIKIN
 
Di nameyê de wiha hate gotin: “Di vê serdema krîzê de ku gelek welatên me komkujiya li Xezeyê erê dikin, li hemberî vê hevkariya sûcî divê em ya ji destê me tê, bikin.” Îmzevan bi awayekî aşkera armanc dikin ku hevkariya xwe ya li gel mihrîcan, sînema, weşangêr û şîrketên çêkirin ên li hemberî “komkujî û apartheidê” erê dikin û wan mafdar nîşan didin, bi dawî bikin.
 
Li gorî hunermendên ku weke mînak Mihrîcana Fîlman a Qudsê û Mihrîcana Belgefîlman a Docavivê nîşan didin, ev mihrîcan “hevkariya xwe ya li gel Îsraîlê didomîne.”
 
BERTEK NÎŞANÎ SAZIYÊN ÎSRAÎLÎ DAN
 
Di nameyê de ev rexne hate kirin: “Piraniya şîrketên fîlman ên çêkirin û belavkirinê yên Îsraîlê, nûnerên bazirganiyê, sînema û saziyên din sînemayê, mafên gelê Filistînê yên di qada navneteweyî de hatine naskirin, tu caran bi awayekî tam nas nekirine.” 
 
Tê diyarkirin ku ev banga boykotê “ne nasnameyê, hevkariya saziyan hedef digire” û “welatiyên Îsraîlê hedef nagire.”
 
ÇALAKIYÊN BERÊ
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên dawîn de beriya mihrîcana fîlman ên weke Venedîk û Cannesê jî danezanên bi vî rengî hatin weşandin û gelek derhênerên navdar û lîstikvanan êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê şermezar kiribûn.