Li Nepalê çalakiyên li dijî qedexe û nelirêtiyan didomin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nepalê çalakiyên li dijî qedexeyên ser medyaya dijîtal û nelirêtiyên di siyasetê de hatine destpêkirin didomin. Mala serokwezîrê berê hate şewitandin. 
 
Di 5’ê Îlonê de li Nepalê 26 platformên medyaya dijîtal hatin qedexekirin û li ser vê yekê xwendekaran dest bi çalakiyên protestoyî kirin. Çalakiyên xwendekaran di roja 2’yemîn de berdewam dikin. Tevî qedexeya derketina kolanan a li derdora paytext Katmanduyê jî çalakvan daketin kolanan. Li gorî nûçeya BBC’yê; çalakvanan mala serokwezîrê berê Sher Bahadur Deuba ya li Dhangadhiyê şewitandin. 
 
Serokwezîrê Nepalê KP Sharma Oli, ji bo civîna îro bang li hemû partiyan kir. Oli, ragihand ku piştî Wezîrê Karên Hundir Ramesh Lekhak, Wezîrê Çandinî û Ajalvaniyê Ram Nath Adhikari jî îstîfa kiriye. 
 
ÇI QEWIMÎ? 
 
Di 5’ê Îlonê de li Nepalê ji bo 26 platformên medyaya dijîtal biryara qedexeyê hate dayin. Di nav van platforman de Facebook, X û YouTube jî hene. Ev biryar, hefteyek piştî ku jiyana luks a zarokên siyasetmedarên Nepalî û îdiayên nelirêtiyê di çarçoveya kampanyaya “nepo kid”ê de belav bûn, hate dayin. 
 
Vê biryarê di nava xwendekarên welat de rê li ber bertekan vekir. Çalakiyên protestoyî di roja duşemê de dest pê kirin. Di çalakiyan de 19 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. Piştî mezinbûna çalakiyan, li hin cihan qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Her çend di saetên dereng ên roja duşemê de qedexe hatibe rakirin jî çalakiyên li dijî hikûmetê didomin. 
 
Çalakvan, dixwazin biryarên qedexeyê bên rakirin û nelirêtiyên di siyasetê de bi dawî bibin.