Li Myanmarê hejmara kesên di erdhejê de mirîn derket 2 hezar û 56 kesan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta leşkerî ya Myanmarê ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 2 hezar û 56 kesan û ya birîndaran jî bû 3 hezar û 900 kesan. 

Di 28’ê Adarê de li Myanmarê bi mezinahiya 7,7 û 6,7’ê du erdhejên mezin çêbûn. Hikûmeta leşkerî ya Myanmarê ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan herî kêm derket 2 hezar û 56 kesan û ya birîndaran jî bû 3 hezar û 900 kesan. 
 
Rayedarên hikûmetê gotin ku 270 kes jî winda ne.