Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin

  • cîhan
  • 11:22 26 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya torena destpêkê ya Olîmpiyatên Parîsê ya 2024’an, li dijî rêhesinên Fransayê êriş hate kirin. 
 
Mezintirîn şîrketa rêhesinan a Fransayê SNCF’ê ragihand ku beriya torena destpêkirina Olîmpiyatên Parîsê yên 2024’an, di danê sibehê de li dijî binesaziya rêhesinan êrişeke mezin hatiye kirin. SNCF’ê têkildarî kitekitên êrişê hûrgilî parve nekir û li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Em ji tevahiya rêwiyan rica dikin ku rêwitiya xwe taloq bikin û neçin stasyonan.”
 
Berdevkê SNCF’ê ji DW’yê re got ku êriş weke bûyereke “şewitandinê” ye.