Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye

  • cîhan
  • 10:56 21 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji hêla enflasyona bilind de Tirkiye li cîhanê di rêza 4’emîn de cih digire. Ev rêjeya enflasyonê ji tevahiya rêjeya enflasyonê ya li welatên Efrîqeyê bilindir e. 

Tirkiye ji hêla enflasyona Îndeksa Bihayê ya Mezêxer (TUFE) de li cîhanê di rêz çaremîn de cih digire. Li gorî nûçeya Euronewsê; enflasyon di meha adarê de li Tirkiyeyê bû ji sedî 68,5. Li gorî daneyên melpera Trading Economics ên meha adara 2024’an an jî daneyên dema herî nêz; ev rêjeya enflasyonê ji tevahiya rêjeyên enflasyonê yên welatên Efrîqayê zêdetir e. 
 
Malpera Trading Economicsê daneyên enflasyonê yên dawî yên welatan parvekirin parve dike. Gelemperiya daneyan, daneyên mehên adar û sibatê yên sala 2024’an e. Li gorî daneyên Trading Economicsê yên 19’ê nîsana 2024’an; welatê herî zêde enflasyon lê zêde Arjantîn e. Di adarê de rêjeya enflasyonê li Arjantînê ji sedî 288 e. 
 
Di rêza duyemîn de jî bi rêjeya ji sedî 140’ê Sûriye û Lubnan jî bi rêjeya ji sedî 123’yê di rêza sêyemîn de ye. Bi rêjeya ji sedî 68,5’ê re Tirkiye di rêza çaremîn de ye.