Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir

  • cîhan
  • 08:27 19 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Amerîkayê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de ku pêşnûmeya biryarê ku daxwaza endamtiya tam a Filistînê ya NY’yê dikir veto kir. 
 
Di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de ji aliyê Cezayîrê ve pêşnûmeya biryarê ku daxwaza endamtiya tam a Filistînê ya NY’yê dikir, pêşkeşî dengdanê hate kirin. 
 
Pêşnûmeya ku Amerîkayê dengê “na” da, 12 dengên“erê” û 2 deng jî weke “bêalî” wergirt. Di KENY’a 15 endamên wê hene de Ingilîstan û Swîsre “bêalî” man û Rûsya, Çîn, Fransa, Cezayîr, Malta, Ekvator, Guyana, Slovenya, Sierra Leone, Mozambîk, Koreya Başûr û Japonyayê dengê “erê” dan. 
 
Ji bo ku pêşnûmeya biryarê derbas bibe divê ji tu 5 endamên daîmî dengê “na” bikarneanîbûya û bi komî 9 dengên “erê” hatibûya wergirtin. Di metnê pêşnûmeya biryarê de Di metna pêşnûmeya biryarê de wiha dihate gotin: “Ji Lijneya Giştî ya NY’yê re qebûlkirina endamtiya tam a Filistînê tê pêşniyarkirin.”