Prof. Dr. Aktar: Rojhilata Navîn ber bi nediyariyekê ve diçe

  • cîhan
  • 10:12 10 Çile 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Prof. Dr. Cengîz Aktar diyar kir ku mimkin nîne Îsraîl li Xezeyê rêveberiyeke mêtingehê ya girêdayî xwe ava bike û wiha got: “Nezelaliya polîtîkayên hêzên navneteweyî, Rojhilata Navîn a ku bi şer serûbino bûyî ber bi nediyareke mezin ve dibe.” 
 
Gelên Rojhilata Navîn ku di bin siya şer, pevçûn û aloziyên siyasî de jiyana xwe didomînin, di her kêliyê de bi mirinê re rû bi rû ne. Hamasê di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê êriş pêk anî û êrişên Îsraîlê yên hewayî, bejahî û deryayî yên li dijî Xezeyê 3 meh li pey xwe hişt. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Neanyahû dibêje “Heta Hamas tê tunekirin dê şer bidome.” Di êrişên Îsraîlê yên heta niha de zêdetirî 22 hezar û 835 filistînî hatine kuştin û 58 hezar û 166 jî birîndar bûne. Her wiha di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de jî hinek rêveberên Hîzbûllahê hedef hatin girtin û hatin kuştin. 
 
Yemen ku di bin rêveberiya Husiyan de ye jî dest danîn ser keştiyên ji Behra Sor ber bi Îsraîlê ve diçûn. Piştî vê gavê, keştiyên şer ên DYA’yê berê xwe dan Deryaya Sor û vê yekê jî bingeheke mezin ji bo şer amade kir. 
 
Li hêla din di 3’yê çileyê de li Îranê bombe teqiyan. Di merasîma bîranîna Fermandarê Hêzên Qudsê yê Mihafizên Şoreşê yê Îranê Qasim Silêmanî de êriş hate kirin û 91 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rejîma Îranê, ji êrişa ku DAIŞ’ê li xwe girtiye DYA berpirsyar dît. 
 
Li Iraqê jî li dijî baregehên DYA’yê êriş hate kirin û hilbijartin di vê rewşê de hate lidarxistin. Di heman demê de êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam dikin. 
 
Pisporê Polîtîkaya Derve Prof. Dr. Cengîz Aktar têkildarî geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn axivî. 
 
Aktar, da zanîn ku nediyariya herî mezin a êrişên li dijî Xezeyê ew e ku nayê zanîn bê ka Îsraîl dê piştre çi bike û ev nirxandin kir: “Heta şirîkên Îsraîlê û DYA jî di vê mijarê de di bin lêvên xwe de diaxivin. Li Îsraîlê hikûmeta herî faşîst welêt birêve dibe. Dibêjin ‘em ê wan deveran bistînin. Ev kar qediya.’ Lê nediyar e bê ka dê çi bi Xezeyê bikin. Li gorî aqilê xwe dê mîna Şerîaya Rojava, koloniyên bi temamî di bin kontrola xwe de ava bikin. Lê ew kar ewqas hêsan nîne. Geşedan wisa pêş ketin ku hema hema tevahiya têkoşîna Filistînê xistin bin sîwana Hamasê. Ji sala 1948’an heta niha dibêje qey bi zextan, bi kuştinan û bi hilweşandina herêmê dê wan deveran kontrol bike. Her wiha Xeze çiravek e. Ew der hilweşand û şewitand lê nikare bi dest bixe. Ev xeyaleke.” 
 
Bi domdarî Aktar destnîşan kir ku dewlet û gelên Rojhilata Navîn li bendê ne ku Îsraîl bi van êrişan bikeve nava çiravekê û wiha pê de çû: “Niha tu kes dengê xwe nake. Her kes di şer de bedelekî dide. Dê Hîzbûllaha Lubnanê, Husiyên Yemenê û heta dewletê ereban ên nêzî DYA’yê jî dibe ku vî bedelî bidin. Divê mirov bombeyên li Îranê hatine teqandin jî ji vî alî ve binirxîne.” 
 
‘DYA Û ÎSRAÎL BI DILXWAZÎ KETIN VÊ ÇIRAVÊ’ 
 
Aktar, got “Heke Îran û Hîzbûlllah bi awayekî eşkere bikevin şer, dê DYA li derveyî şer nesekine” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê DYA û Îsraîl bi dilxwazî ketin nava vê çiravê. Xelasiya ji vê tune ye. Ji ber ku wan ev aste diyar kirin. Gelo ma polîtîkayeke ji bo tunekirina Filistînê dibe? Li vir bêçaretiyek heye. Hêzên li dijî DYA’yê bi keyfxweşî li benda encamê ne.” 
 
'DYA Û RÛSYA ZEHMETIYÊ DIKŞÎNIN’ 
 
Aktar, got ku DYA û Rûsya dema hewl didin nîzamekê bidin cîhanê zehmetiyan dikişînin û axaftina xwe wiha qedand: “Her du hêz jî hewl didin bêyî bikevin nava kar, li derve lîstika xwe birêve bibin. DYA tenê bi eşkere piştgiriyê dide Îsraîlê. Çekan didin wan jî lê piştre helwestekî eşkere nîşan nadin bê ka dê çi bikin. Di vir de di polîtîkaya derve ya DYA’yê de hevnegirtiyeke pir mezin heye. Ev yek jî bandora xwe li herêmê dike. Li dijî êrişên Husiyan 2-3 êrişên deng vedayîn dike. Lê na domîne. Dibêje ku naxwaze domiya wan bîne. Vê yekê eleqeya xwe bi hilbijartinên serokatiyê yên DYA’yê re heye. Temamiya van nediyariyan, herêma ku ji şerên Iraqê heta niha serûbin hatiye kirin ber bi nediyariyeke mezin ve dibe.” 
 
MA / Tolga Guney