Norman Paech piştgirî da kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Norman Paech piştgirî da kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û got: “Ev pêngav nîşan dide ku Abdullah Ocalan sînorên Kurdistanê pir derbas kiriye.” 
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin ev 34 meh in tu agahî nayên girtin. Ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserî cîhanê li 74 navendan kampanya hate destpêkirin. Yek ji kesên piştgiriya xwe ya bi kampanyaya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” ragihandî jî zanyarê siyasetê û pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Dr. Norman Paech e.
 
HEVDÎTINA BI ABDULLAH OCALAN RE
 
Peach, têkildarî kampanyayê pirsên ANHA’yê bersivand. Peach diyar kir ku di 1996’an yekem car li Şamê bi Abdullah Ocalan re nîqaş kiriye û wiha got: “Nîqaşa me li ser Konfederalîzma Demokratîk bû. Li gorî Abdullah Ocalan pirsgsirêk bi şer naqede, bi muzakereyan dikare bi dawî bibe. Ji bo rizgarkirina jiyanê, mercên aştiyê û bidawîkirina şerê Ûkrayna û Filistînê jî dê daxwaza agirbestê bikira. 
 
TEVAHIYA BIRYARÊN QEDEXEYAN ÊN LI ÎMRALIYÊ LI DIJÎ HIQÛQÊ NE
 
Mercên ku niha Abdullah Ocalan li Îmraliyê tê de tê ragirtin, qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran re yên bi hihnceta ‘cezayên disiplînê’ û hwd. tevek jî li dijî hiqûqê ne. Divê dewletên ewropî li dijî vê bikevin nava tevgerê. DMME’yê di 10 salên dawî de 3 caran ji bo darizandin û cezayên li dijî Abdullah Ocalan biryarên binpêkirinê da û şermezar kir. Dadgehê dît ku dewleta tirk bi eşkereyî xalên 5 û 6’emîn ên PMME’yê binpê dike. Divê dewletên ewropî gavên heya niha neavetine biavejin.”
 
‘EV PÊNGAV NÎŞAN DIDE KU OCALAN LI CÎHANÊ TÊ NASKIRIN’
 
Bi domdarî Peach bal kişand ser kampanyaya navneteweyî û got ku ev kampanya nîşaneya berxwedana li dijî tecrîdê ye û wiha pê de çû: “Pêngav dide xuyakirin ku êdî Abdullah Ocalan li derveyî sînorên Kurdistanê, li cîhanê tê naskirin û li dijî berjewendiyên siyasî yên dewletên derdora Tirkiyeyê tê parastin. Ev pêngav dikare berxwedanê xurttir bike û hewldanên dewleta tirk ên ji bo dûrxistina vê meseleya nerewa ji raya giştî vala derxe. 
 
DIVÊ HER KES JI BO AZADIYA OCALAN BIKEVE NAVA TEVGERÊ
 
Divê dewletên ewropî ji bo bicihanîna rêgezên serdestiya hiqûqê mudaxileyî sepanên li Îmraliyê bikin. Bi vê pêngavê xuya bû ku hema hema li tevahiya welatên Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan piştgiriyeke mezin heye. Divê welatên ewropî jî vê mijarê cidî bigirin û bi awayekî cidî mudaxeleyî hikûmeta Tirkiyeyê bikin. Divê her kesê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bikeve nava tevgerê.”