Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Baregeha Herîrê ya hêzên Amerîkayê bi balafireke bêmirov hedef hat girtin. Li gorî agahiyan tu zirar negihiştiye baregehê.
 
Baregeha leşkerî ya Herîrê ya hêzên Amerîkayê ku nêzîkî Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ye, bi balafira bêmirov hedef hat girtin. Li gorî agahiyên der barê êrişê de belav bûne, tu zirar negihiştiye leşkeran û baregehê.
 
Piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê, Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê heya niha li dijî baregehên Amerîka û Koalîsyonan Navnetewî yên li Iraq û Sûriyeyê bi rêya balafirên bêmirov bi dehan caran êriş pêk anîne.