Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 94’an û aqûbeta 220 kesan jî nayê zanîn. 

 
Di navbera 1-4’ê çileyê de li Eyaleta Îşîkawa û qeraxê Nîvgirava Notoyê ya Japonyayê bi pileyên di navbera 4 û 7’ê de gelek erdhej çêbûn. Hêj jî erdhejok berdewam in û hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibin. 
 
Walîtiya Eyaleta Îşîkawayê ragihand ku di erdhejên herêmê de 94 kesan jiyana xwe ji dest dane û li seranserî herêmê zêdetirî 300 kes tên tedawîkirin. 
 
Hat diyarkirin ku li seranserî herêmê zêdetirî 40 kes di bin kavilan de ne û ji ber rêyên hatine girtin, nêzî 700 kes li cihên xwe asê mane. 
 
Her wiha hat gotin ku li seranserî herêmê aqûbeta zêdetirî 220 kesan nayê zanîn.