Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê bîlançoya hejmara miriyan û birîndaran careke din nû kir. Wezîrê Karûbarên Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan daxuyand ku di êrişan de 84 kes mirine û 284 kes jî birîndar bûne. Abdullahiyan da zanîn ku wan di mekanîzmaya NY'ê de dest bi girtina tevdîrên lezgîn ên hiqûqî û navneteweyî kirine. 

 
Di salvegera bîranîna Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Muhafizên Şoreşa Îslamî Qasim Silêmanî ku di encama sûîqesta di sala 2020’an de hatibû kuştin, duh li bajarê Kirman ê Îranê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de 2 teqînên mezin çêbûn û gelek kes mirin û zêdetirî jî birîndar bûn. 
 
Ji rayedarên Îranê der barê bîlançoya êrişê de agahiyên cuda tên parvekirin. Li aliyê din rejîma Îranê ji êrişên pêk hatine DYA û Îsraîl berpirsyar dibîne.
 
Di daxuyaniyên piştî teqînê de hat gotin ku hejmara miriyan 103, ya birîndaran jî 140 e. Piştre daxuyaniyeke din hate dayîn û bi munasebeta heman nav dubare hatine parvekirin, hejmara miriyan weke 95 hate rastkirin. Wezîrê Karên Hundir Ahmet Vahîdî serê vê sibehê çû serdana birîndaran û careke din hejmara kesên mirine wek 95 û ya birîndaran jî weke 220 rast kir. 
 
84 MIRÎ, 284 BIRÎNDAR 
 
Serokê Saziyên Servîsên Lezgîn ê Kirmanê Muhammed Saberî jî daxuyanî da û anî ziman ku hejmara miriyan 84 e û hejmara birîndaran jî 284 e. 
 
WEZÎRÊ KARÛBARÊN DERVE: ME DEST BI GIRTINA TEVDÎRAN KIR
 
Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan jî têkildarî êrişan ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Wezîr anî ziman ku wan di makanîzmayên Neteweyên Yekbûyî (NY) de dest bi hewldanên hiqûqî û girtina tevdîrên navneteweyî kirine. 
 
JI NY’YÊ RE NAME 
 
Di çarçoveya van hewldanan de Nûnertiya Îranê ya Daîmî ya li Cenovayê ji Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY'ê re name şand. Di namayê de wiha hate gotin: “Komara Îslamî ya Îranê kesên di van bûyeran da rola wan hene, li hember qanûnê berpirsyar dibîne û dê heya ev kes werin darizandin vê pêvajoyê bişopîne.”