Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di erdhejên Japonyayê de jiyana xwe ji dest dane derket 64'an. 
 
Di 1 û 2'yê çileyê de li peravên eyaleta İşikiava û Nivgirava Noto yên Rojavayê Japonyayê erdhejên bi pileyên di navbera 5 û 7'an de erdhej çêbûn. Di erdhejan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Walîtiya Eyaleta İşikawa daxuyand ku di erdhejên li herêmê de heta niha 64 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hat destnîşankirin ku di eyaleta İşikawayê de hêj jî erdhejok çêdibin û hêj jî hin kes di bin kivilan de li benda xelaskirinê ne. 
 
Herwiha hat zanîn ku li herêmê di belavkirina av û ceyranê de pirsgirêk hene û ji ber tebiqîna hinek rêyan di hatin û çûyînê de pirsgirêk tên jiyîn.