Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo rojnamegerên bi sedema ragihandina qetilkirina Jîna Emînî hatin girtin, biryara qedexeya hevdîtina bi telefonê û bi malbatan re hate dayîn. 
 
Rejîma Îranê li rojnamegerên ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandin û merasîma definkirina cenazeyê wê şopandin û piştre hatin girtin, cezayê qedexeya hevdîtina li ser telefonê û hevdîtina bi malbatan re da. Dayika rojnameger Nesîm Sûltan, Êran Celîlî da zanîn ku di 10’ê kanûna 2023’yan de destûr nehatiye dayîn ku malbatên Îlahe Muhammedî û Nilûfer Hamîdî hevdîtinê bikin.