Nehiştin balafira ku wêneyê Jîna Emînî li ser dakeve

  • cîhan
  • 14:00 28 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Derhênerê Îtalî Enrique Piñeyro, daxuyand ku Misrê destûr neda balafira ku wêneyê Jîna Emînî ya li Îranê hatibû qetilkirin hatiye li ser bû, dakeve balafirgehê. 
 
Derhênerê Îtalî Enrique Piñeyro li ser hesaba xwe ya X’yê daxuyaniyek da û anî ziman ku Misrê destûr neda balafira wêneyê Jîna Emînî ya di 16’ê îlona 2022’yan de ji hêla hêzên Geştî Îrşadê yên Îranê ve hatibû qetilkirin, li ser bû dakeve balafirgehê. Piñeyro destnîşan kir ku ji ber wêneyê li ser kuriya balafira taybet a malzemeyên alîkariyê dibir Xezayê, destûr nehatiye dayîn ku balafir dakeve balafirgehê. 
 
Piñeyro dîmenên jêkirina wêneyê li ser kuriya balafirê parve kir û wiha got: “Divê tu jin ji ber ku porê xwe nagire neyê kuştin. Ji bo ku em karibin dakevin, em neçar man ku wêneyî jê bikin.”