Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin

  • cîhan
  • 22:22 23 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn bi çalakiyan hat şermezarkirin.
 
Komkujiya Parîsê ya 2’emîn li bajarên Strasboûrg û Marsîlya yên Fransayê bi çalakiyan hat şermezarkirin.
 
LONDON
 
Li Londonê Kurd û dostên wan ji bo Evîn Goyî, Hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil ku di Komkujiya Parîsê ya 2’emîn de  hatin qetilkirin, bîranîneneke girseyî lidarxistin. Di çalakiyê de komkujî hat protestokirin.
 
Li paytexta Îngilistanê Londonê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclisa Jinê ya Jiyan ve li avahiya KCC’yê şehîdên Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hatin bîranîn. Li ser dikê wêneyên Endamên Konseya Rêveber a KCK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan ên ku di Komkujiya Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn de şehîd bibûn, hatin vekirin. Di bîranînê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Saziyên Kurdistanî û MLKP'ê beşdarî bîranînê bûn. Di bîranîna ku li derdora wêneyên şehîdan find hatin pêxistin de, gelek caran dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
 
Bername di şexsê kesên li Parîsê de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Li ser navê Meclisa Gel a Kurd Îshak Gunduz axivî. Gunduz destnîşan kir ku gelê Kurdistanê wê tu caran li hember dagirkeran serê xwe netewîne.
 
Di bîranînê de sînevîzyon hat nîşandan. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Berfîn Dersim û Songul Maraş, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Avaşîn Tetwan, li ser navê Meclisa Gelê Kurd a Brîtanyayê Aso Kamalî û Ercan Akbal axaftin kirin.
 
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku bi ser Komkujiya Parîsê ya 1’emîn 11 sal derbas bûne û ev tişt hatin gotin: “Dema hêrsa me ya li hemberî vê komkujiyê dewam dikir,  tam salek berê Evîn Goyî (Emîne Kara) ku yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd bû, hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û hevalê me yê hêja Abdurrahman Kizil li Parîsê şehîd bûn. Li gor dîrok, cih û profîlên kujeran gelê Kurd dizane ku dewleta Tirk faîlê her du komkujiyan e.”
 
Bîranîn bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.
 
RENNES
 
Komkujiya Parîsê ya 2’emîn li bajarê Rennesê bi çalakiyekê hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan di salvegera komkujiyê de li Qada Dalle Le Colombîerê hatin cem hev û posterên şehîdên Parîsê hilgirtin.
 
Çalakgerên ku bi stranên Mîr Perwer meşiyan gelek caran dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo" berzkirin. Di meşê de gelek belavokên bi îmzeya CDK-F'ê hatin belavkirin. Çalakî bi axaftinan û banga tevlîbûna meşa Parîsê ya wê 6’ê Çileyê de pêk were bi dawî bû.
 
TOULOUSE
 
Komkujiya Parîsê li bajarê Toûloûse yê Başûrê Fransayê bi meşekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin û dostên Fransî jî bi awayekî xurt tevlî çalakiyê bûn. Di axaftinên meşa ku alên PKK û TJK-E'yê hatin hilgirtin, hat diyarkirin ku wê hesabê komkujiyê bê pirsîn.
 
AMSTERDAM
 
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê ji bo şermezarkirina Komkujiyên Parîsê bi diruşma “2013-2024 Parîs di Tariyê de ye” meş û mîtîngek hat lidarxistin.
 
Di meşa li navenda bajêr de çalakgeran posterên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin û wiha hate gotin: "Em ê bi têkoşîna xwe mîrateya Evîn û Sarayan tacîdar bikin."
 
LI MARSÎLYAYÊ HÊRSA LI DIJÎ KOMKUJIYÊN PARÎSÊ
 
Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li bajarê Marsîlya yê li başûrê Fransayê hatin cem hev, li Canîbîereyê meşek li dar xistin û Komkujiya Parîsê ya 2’emîn şermezar kirin. Di çalakiya ku jin û ciwan bi awayekî xurt tevlî bûn de bi hezaran kes bênavber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
 
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut di çalakiyê de axivî û diyar kir ku komkujiyên Parîsê bi armanca tirsandina jinên Kurd û gelê Kurd pêk tên û got, "Eger em hesab ji komkujiyan nepirsin, ev jiyan li me heram e. Ji bo ronîkirina van komkujiyan em ê heta dawiyê têbikoşin.”
 
Zumrut anî ziman ku hedefgirtina Evîn Goyî ne tesaduf e û bi bîr xist ku Evîn Goyî li dijî DAIŞ'ê şer kir, mirovahiyê ji DAIŞ'ê parast, lê li Ewropayê nehat parastin.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
 
STRASBOÛRG
 
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, bi armanca hesabpirsîna ji kujerên Evîn Goyî, Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil mîtîngek li dar xistin. Welatparêzên li Saînt-Avold û Mulhouseê dimînin û dostên gelê Kurd li ser banga Înîsiyatîfa Jinê ya Zîn beşdarî mîtînga li ber Gara Trenê ya Strasboûrgê bûn. Di axaftinan de hat gotin ku dema li profîla kujeran tê nêrîn, tê dîtin ku bi zanebûn êrîşî gelê Kurd kirine.
 
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku komkujiyên 10 salan şûnde li Parîsê hatin kirin ne tesadufî ne û armanca bingehîn a van komkujiyan tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û bi taybetî jî di şexsê têkoşîna jinan têkbirina şoreşa jinê ye.
 
Di axaftinan de hate diyarkirin ku gelê Kurd wê bi berxwedanê bersivê bide komkujiyan û heta azadiyê wê têkoşîna edaletê bidome.