Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin

  • cîhan
  • 12:23 22 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 7’ê cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê yên li Iraq û Sûriyeyê 102 êriş hatin kirin. 
 
Military Times ku weşana xwe li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dike, nûçeyek parve kir û da zanîn ku agahî ji rayedareke leşkerî yê payebilind ê Wezareta Parastina DYA’yê wergirtine. Di nûçeyê de hat gotin ku ji 7’ê cotmehê heta niha li Iraq û Sûriyeyê 102 êriş li dijî baregehên DYA’yê hatine kirin. 
 
Hat ragihandin ku ji van êrişan 47 jê li Iraqê û û 55 jî li Sûriyeyê hatine kirin. Hat diyarkirin ku gelek êrişên bi balafirên bêmirov, roket, topên hewanê û fûzeyên balîstîkî yên menzîla nêz hatine kirin jî bi ser neketine yan jî ji hêla pergala parastina hewayî ve hatine bêbandorkirin. Hat diyarkirin ku di êrişan de 66 personelên DYA’yê sivik birîndar bûne.