ENQERE - Rojnameger Meghan Bodette xwe gihand hinek agahiyên leşkerî yên DYA’yê. Bodette, derxist holê ku darbekarên Darbeya 1980’yan û hinek rayedarên payebilind ên leşkerî yên Tirkiyeyê ji hêla Amerîkayê ve hatine perwerdekirin.
Rojnameger Meghan Bodette ku xwe gihandibû hinek agahiyên leşkerî, li pey şopa van agahiyan ket û derxist holê ku hinek general û leşkerên payebilind ên li Tirkiyeyê navê wan di gelek binpêkirinên mafan de derbas bûne, li Amerîkayê hatine perwerdekirin. Li gorî agahiyên ku tevahiya wan li Security Assistance Monitorê de hatine parvekirin, 5 general û leşkerên payebilind ên ku Darbeya 12’ê Îlonê pêk anîn û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar ku di sala 2019’an de fermana êrişa li dijî Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû, li Amerîkayê bi taybet hatine perwerdekirin. Di belgeyan de derket holê ku herî zêde Tirkiyeyê ji bernameya leşkerî ya Perwerde û Hînkirina Leşkerî ya Navneteweyî (IMET) sûd girtiye.
Di nûçeya Bodette de ev agahî hatin parvekirin: “Hem di darbeya 1980’an de û hem jî sala 2019’an di dagirkirina Bakurê Sûriyeyê de mezintirîn binpêkirinên mafên mirovan ên sîstematîk hatin kirin. Rayedarên ku di darbe û dagirkirinê de cîh girtin, bi saya bernameya alîkariya ewlekariyê ya IMET’ê li DYA’yê hatin perwerdekirin. Li gorî van belgeyan, bernameya behsê xeberê ji bo ku leşkerên biyanî li Amerîkayê bi awayekî profesyonel bên perwerdekirin, pereyan dide.”
DEWLETA HERÎ ZÊDE JÊ SÛD GIRTÎ TIRKIYE YE
Li gorî agahiyên li ser Security Assistance Monitorê hatine parvekirin, dewleta ku herî zêde ji IMET’ê sûd girtî Tirkiye ye. Ji sala 2000'ê heta sala 2021'an li seranserî cîhanê dewleta duyemîn a herî zêde ji IMET’ê alîkarî wergirtî bi 61 milyon û 642 hezar dolaran re Tirkiye ye. Her wiha hat destnîşankirin ku Tirkiye ji bernameyên alîkariyê yên cuda jî sûd digire lê mezintirîn çavkaniya alîkariya ewlekariyê ya ku DYA’yê daye Tirkiyeyê, bi rêya IMET’ê hatiye kirin.
TEVLI BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN BÛN
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku tevahiya kesên li DYA’yê hatine perwerdekirin, di binpêkirina mafên mirovan de cih girtine û ev agahî hatin dayîn: “Di encama lêpirsînên berê de derketibû holê ku karmendên ku ji hêla IMET’ê ve hatine perwerdekirin, hêj jî van binpêkirinên xwe berdewam dikin. Tirkiyeyê heta niha jî di vê mijarê de lêkolînek nedaye destpêkirin. Lê delîlên heyî nîşan didin ku heman tişt li Tirkiyeyê jî hatine dubarekirin.”
GENERALÊN 12’Ê ÎLONÊ HATIN PERWERDEKIRIN
Di berdewamiya nûçeyê de wiha tê gotin: “Sefîrê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Ronald Spiers di sala 1979’an de ji DYA’yê re nîşeyek şand û di vê nîşeneyê de hat xwestin ku ji ber alîkariya IMET’ê li Tirkiyeyê doz were vekirin. Di nîşeyê de navên gelek rayedarên payebilind ên Tirkiyeyê ku di bin sîwana IMET’ê de li Amerîkayê hatibûn perwerdekirin dihat destnîşankirin. Û ev kes di nîşeyê de wiha dihatin pênasekirin; ‘kesayetên ku li DYA’yê hatine perwerdekirin, gelemperî di bin bandora civaka Amerîkayê de mayîn û kadroyên bingehîn ên Amerîkayê.’
KADROYA BINGEHÎN A ALÎGIRÊN AMERÎKAYÊ
Di nava endamên vê koma ‘bingehîn’ a alîgiriya Amerîkayê dikin de Fermandarê Tirkiyeyê yê 1’emîn General Necdet Urug, Fermandarê Artêşa 3’yemîn General Selahattîn Demîrcîoglu, Orgeneral Bedrettîn Demîrel, Fermandarê Hêzên Hewayî yên Tirk Orgeneral Tahsîn Şahînkaya û Fermandarê Hêzên Deryayî yên Tirk Amîral Nejat Tumer jî hene.
REJÎMEKE ÇEWSÎNER KU BINDESTAN BI ZALIMANE TÊK DIBE
Demekî kin piştî perwerdeya van kesan, artêşa tirk hikûmeta sivîl têk bir û rejîmeke çewsîner a ku muxalîfên siyasî û bindestan bi zalimane têk dibe ava kirin. Orgeneral Şahînkaya û Amîral Tumer, pêşengên darbeya 12’ê îlona 1980’anê bûn. Her wiha endamên Lijneya Ewlekariya Neteweyî bûn ku bi KHK’ê dihat birêvebirin.”
PEYWIRA HER YEK JI WAN CUDA BÛ
Di berdewamiya nûçeyê de hat destnîşankirin ku ev kes li Amerîkayê hatin perwerdekirin û van kesan jî li Tirkiyeyê sûc kirine. Nûçe wiha didome: “Piştî darbeyê, general Urug li Stenbolê bû berpirsyarê fermandariya rewşa awarte. Urug di sala 1983’yan de bû Serfermandarê Artêşê û heta sala 1987’an jî wisa ma. General Demîrel jî piştî darbeyê li bajarên Konya, Nîgde, Kayserî, Nevşehîr, Kirşehîr û Yozgatê bû berpirsyarê fermandariya rewşa awarte. Orgeneral Demîrcîoglu jî li bajarên Erzîngan, Gumuşhane, Gîresun, Trabzon, Rîze, Ordu, Sêwaz, Tokat, Amasya, Çorum, Samsun û Sînopê bû fermandarê rewşa awarte.
Ji darbeyên rastgir ên di dema Şerê Sar de bi piştgiriya DYA’ê û ji hêla artêşên ku wê perwerde kiribûn ve hatine kirin, kêmtir hate nîqaşkirin. Darbeya 1980’an a Tirkiyeyê rê li ber modeleke mîna wan a tundî û zextê vekir. Parlamentoya hilbijartî ya welêt û partiyên siyasî hatin girtin. Sendîka û rêxistinên civaka sivîl derqanûnî hatin îlankirin û çapkirina rojnameyan hate qedexekirin. Zêdetirî nîv milyon kes bi sûcdariyên siyasî hatin girtin. Îşkence êdî bi sîstematîk dihat kirin û bi sedan kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.
CEZAYÊ HEFSÊ DIDAN KURDAN
Yên herî zêde bandor lê bûyî gelê kurd bû ku ji sedî 20’ê nifûsa Tirkiyeyê ew bûn û gelemperî li başûrê rojhilatê welêt dijîn. Jixwe di navbera salên 1920 û 1930’an de rastî qirkirina nîjadî û pişaftina bi darê zorê hatibûn. Bi Qanûna Bingehîn a 1982’yan ve ku ji hêla artêşê ve hatiye nivîsandin û îro hêj jî di meriyetê de ye, gelek nîjadên etnîkî yên bi hezaran salan li Anatoliyayê dijiyan hatin înkarkirin û hat gotin ku hemû welatiyên Tirkiyeyê, tirk in. Hêj niha jî kurd ji ber axaftina bi kurdî dikevin girtîgehê, tên birîndarkirin an jî kuştin.”
DERHEQÊ ŞAHÎNKAYA DE DOZ HATE VEKIRIN
Di nûçeyê de balê dikişînin ser Doza 12’ê Îlonê ku darbekarê 12’ê Îlonê Şahînkaya û hinek kesên din tê de dihatin darizandin û ev tişt hatin parvekirin: “Dema General Şahînkaya di sala 2012’an de ji ber rola xwe ya di darbeyê de dihat darizandin, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan wiha digot; ‘darbeya 1980’an demokrasî ji rê derxist û bû sedema binpêkirina maf û azadiyan ên heta roja me.’ Her wiha ev bang li dadgehê kir; ‘Piştî darbeyê binpêkirinên mafên mirovan ên hovane û îşkenceyên komî hatin kirin, welatî di bin çavan de hatin kuştin û hêj gelek tiştên din ên ber sûcê li dijî mirovahiyê dikevin, hatin kirin. Divê ji ber van binpêkirinan, edalet bi cih bê.’
Komê her wiha bang li dadgehê kir ku derheqê gelek karmend, polîs, karmendên cemaweriyê û bijîşkên ku tev li îşkenceyê bûn û ‘polîtîkaya îşkenceyê ya di asta herî jor de’ lêpirsîn bê destpêkirin.”
HULUSÎ AKAR JÎ JI HÊLA IMET’Ê VE HAT PERWERDEKIRIN
Bi domdarî di nûçeyê de hat gotin ku kesên di bernameya IMET’ê de hatine perwerdekirin, di birêvebirina polîtîkayên herî rûxîner û bêîstîkrarkirinê yên Tirkiyeyê de cih girtine û wiha dom kir: “Kesên beşdarî qursa IMET’ê bûne, niha li welatên xwe bi rayeyên baş hatine peywirdarkirin. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar jî di nava wan kesan de ye. Di raporê de xuya dibe ku Akar di çile û hezîrana sala 1987’an de ji hêla IMET’ê ve li DYA’yê hatiye perwerdekirin. Koda dersê ya P171014’ê ku ji sala 1998’an ve weke ‘Dibistana Efserên Serkantiya Yekbûyî/Muşterek’ tê zanîn û niha jî li ser malpera webê ya DSCA’yê weke qurseke ‘Dibistana Şer a Yekbûyî/Muşterek’ tê zanîn. (Joint/Combined Staff Officer School)
HÊJ JÎ LI SER PEYWIRÊ YE
Akar, di sala 2018'an de bû Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê û niha jî peywira xwe didomîne. Tirkiyeyê di cotmeha sala 2019’an de li dijî kurdên ku li hemberî DAIŞ’ê têdikoşiyan, êrişeke kancî pêk anî. Di encama êrişê de Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirin. Yek ji rayedarên Tirkiyeyê ku DYA’yê bi sedema ‘çalakiyên ku jiyana mirovên bêguneh xist talûkeyê’ û ‘bêîstîqrarkirina herêmê û derbkirina kampanyaya li dijî DAIŞ’ê’ fişar li ser ferz kirin jî Akar bû.”
SÛCÊN MEZIN KIRIN
Di berdewamiya nûçeyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di derheqê dagirkeriya sala 2019’an de wiha got; koalîsyoneke ku ji hêzên leşkerên tirk û komên çekdar ên Sûriyeyî pêk dihat, di dema êrişên li dijî Sûriyeyê de guh nedan jiyana mirovên sivîl. Van kesan binpêkirinên mezin û sûcên li dijî mirovahiyê kirin. Înfaz û mirinên bêdaraz û êrişên derqanûnî çend mînakên ji van binpêkirinan in.
Neteweyên Yekbûyî di da zanîn ku Tirkiyeyê di serî de li herêmên ku di cotmeha 2019’an de dagir kiribûn, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirinên ‘giran’ ên mafên mirovan kirin.
ÇAVKANÎ PÊBAWER IN
Çavkaniyên DYA’yî dibêjin ku heke ev rayedarên tirk ji hêla IMET’ê ve hatibin perwerdekirin ku sûcên mezin kirine, ev yek dê lêpirsîneke berfireh bi xwe re bîne.
Mafê gelê Tirkiyeyê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û DYA’yê heye ku bizane bê ka alîkariya IMET’ê daye Tirkiyeyê bandorekî çawa kiriye. Divê siyasetmedarên DYA’yî jî pêşeroja bernameyê li gorî vê rastiyê diyar bikin. Lêpirsînên derheqê dîktatorên ku li Amerîkaya Latînî sivîlan terorîze dikin û Dibistanên Amerîkayê yên ku bi alîkariya IMET’ê mangayên mirinê ava dike hatine destpêkirin, dibe ku bo vê lêpirsînê bibe çavkaniyeke baş.”