Li Kerkukê êrîşa xwekujî

  • cîhan
  • 12:04 25 Sibat 2018
  • |
img

KERKÛK  - Li ber baregeha Esaîbî Ehlî Heq a Kerkûkê êrîşek xwekujî pêk hat û 3 kes birîndar bûn. 

Li ber baregeha Esaîbî Ehlî Heq a Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê di saetên serê sibê de nêzî walitiyê êrîşek xwekujî pêk hat. Berpirsê Tekîlata Polîsan a Kerkûkê Efraz Siyarkamil derbarê bûyerê de axivî û wiha got: “Serê sibê kesekê xwekuj li ber Esaîbî Ehlî Hez êrîşa xwekujî pêk anî. Kev kes berî bikeve Esaîbî Ehlî Hez hat ferz û xwe zû teqand. Di êrîşa xwekujî de 3 endamên Esaîbî Ehlî heq birîndar bûn. Me birîndar rakirin nexweşxaneya Kerkûkê. Dê demê dawî de DAIŞ pir êrîşî Kerkûkê dike. Dibe ku ev êrîş jî DAIŞ’ê pêk anî be, lê hîna ne diyare.” 
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hîna nasnameya kesê êrîşa xwekujî pêk nahî diyar nebûye.