Parlamentoya Hollandayê 'qirkirina' ermeniyan nas kir

  • cîhan
  • 22:08 22 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Hollandayê bûyerên sala 1915'an wekî 'qirkirin' nas kir.

 
Her çendî Parlamentoya Hollandayê komkujiya li dijî ermeniyên Anatolyayê ya di sala 1915'an de pêk hat wekî "qirkirin" nas bike jî, hikumeta Hollandayê berê aşkera kiribû ku ew vê yekê nas nakin. Li gorî hikumetê Neteweyên Yekbûyî (NY) û mirovên zanyar, bûyerên salên 1915'an wekî qirkirin pênase nakin.
 
DAXUYANIYA HIKUMETÊ 
 
Wezîrê Karê Derve yê Hollandayê Vekili Sigrid Kaag, der barê bûyerên sala 1915'an de ev tişt got: "Dema biryareke di vê der barê de ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY), an jî wekî bûyerên li Srebrenîtsayê ji hêla dadgeha navneteweyî ve bê qebûlkirin û wekî hukmekî ji hêla dadgehê ve bê destgirtin, wê demê hikumeta Hollandayê dikare wekî qirkirin qebûl bike."
 
PÊŞNÛME HAT QEBÛLKIRIN
 
"Pêşnûmeya qirkirina ermeniyan" a ji hêla wekîlê Yekitiya Xiristiyanan (CU) Joel Voordewind ve hat pêşniyarkirin, ji derveyê partiya DENK a ku wekîlên bi eslên xwe ji Tirkiyeyê ve hatiye avakirin, hemû partiyan piştgirî da. Pêşniyar li dijî 3 kesan bi dengê 142 kesan hat qebûlkirin.