YE'yê ji bo Tirkiyeyê 3 milyar euro erê kir

  • cîhan
  • 13:32 25 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE - Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, di Civîna Bilind a YE'yê de axivî û diyar kir ku wê ji bo penaberên li Tirkiyeyê 3 milyar euro bidine Tirkiyeyê. 
 
Serokên dewlet û hikûmetan ku li Brukselê tevlî Civîna Bilind a Yekitiye Ewropayê (YE) bûn, rojanekirina peymana penaberan a bi Tirkiyeyê re û modernlkirina Yekitiya Gumrikê qebûl kirin. Di civînê de pêşnûmeya paketa 3 milyar euro ya ji bo mesrefa penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê hat qebûlkirin. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, di civînê de têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku wê 3 milyon euro bidin Tirkiyeyê û wê bi Tirkiyeyê re xebatên Yekitiya Gumrikê bên berdewamkirin. Merkel, got ku ji Tirkiyeyê xwestine hewlesta xwe çêker bidomîne