FED: Bi awayekî awarte aboriya Amerîkayê di rewşeke ne diyar de ye

  • cîhan
  • 10:16 30 Hezîran 2020
  • |
img
ENQERE – Serokê FED’ê Jerome Powell, diyar kir ku bi awayekî awarte aboriya Amerîkayê di rewşeke ne diyar de ye. 
 
Serokê Banqaya Navendî ya Amerîkayê (FED) Jerome Powell, diyar kir ku aboriya Amerîkayê ji dema ku dihat payîn zûtir ketiye asteke din û wiha got: “Ji bo ku aboriya Amerîkayê derkeve asta beriya pandemiyê pêwistî bi demeke dirêj heye. Rêya pêşiya aboriyê bi awayekî awarte di rewşeke ne diyar de ye û ev rewş girêdayî kontrolkirina vîrûsê ye.”