Misrê jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da

  • cîhan
  • 11:53 19 Hezîran 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Misrê, êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê şermezar kir û got: "Êrîş, pirsgirêkan kûrtir dike."
 
Wezareta Karê Derve ya Misrê, daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîşên balafirên şer ên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê şermezar kir. Di daxuyaniyê de, hat destnîşan kirin ku êrîşa hewayî li dijî peymana navneteweyî ye û wiha hat got: "Êrîşa hat kirin, dijminantiye û dewamkirina êrîşên li ser axa Iraqê binpêkirina serweriya herêmê ye. Nêzîkatiyên bi vî awayî li dijî lihevkirin û peymanên navneteweyî ye. Misir, mudaxileyên leşkerî û êrîşên bi vî awayî red dike. Ev êrîş ne ji bo aştî û hizûrê, ji bo kûrkirina pirsgirên heyî ye."
 
Di dawiya daxuyaniyê de, bang li hemû welatan hat kirin ku rêzê bibin hevgirtina axa Iraqê.