Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin

img
 
AMED - Ma Muzîkê, bi şahiya muzîkê danasîna pirtûka “Me ji stranan pirek çêkir” kir. Kordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar bal kişand ser pişaftina li ser ziman û got: “Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin.”
 
Akademiya Ma Muzîkê li avahiya akademiyê bi şahiyeke muzîkê pirtûka bi navê “Me ji stranan pirek çêkir” da nasandin. Pirtûk bi zaravayên kurdî; kurmancî, kirmanckî û soranî û bi zimanê ermenkî û tirkî ji 25 stranan pêk tê. Di şahiyê de zarokan û mamosteyên Ma Muzîkê stranên ku di pirtukê de gotin. Di şahiyê de zarokan cil û bergên herêmî li xwe kirin. Malbatên zarokan û gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Dema stran dihatin gotin beşdarvanan jî bi wan re digot û bi telefonên xwe dîmen girtin.
 
Piştî konserê Kordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar têkildarî projeya wan derbarê pirtûkê de axivî. Kanîwar, diyar kir ku her sal bi projeyeke nû derdikevin pêş hezkiriyên muzîkê û got, wê xebatên wan ên bi vî rengî bidomin. Kanîwar, destnîşan kir ku pirtûk wê di nava vê mehê de derkeve û malavayiya kesên destek dane wan kir. 
 
Herî dawî Kanîwar, balkişand ser pişaftina li ser ziman û got: “Bila kerem bikin tişta ji destê wan tê bila bikin. Heke bikarin bila asîmîle bikin, lê em ê zarokên xwe bê stran nehêlin.”