Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e

img

KOCAELÎ - Nivîskar Firat Cewerî, anî ziman ku ligel polîtîkayên asîmlasiyonê hemûya dîsa jî kurdî hebûna xwe didomîne û got: "Xwendin, nivîsandin û axaftina bi kurdî, serîrakirin e." 

Nivîskar Firat Cewerî, qedexe, zext û zoriyên li ser kurdî nirxandin û bal kişand ser girîngiya ziman. 
 
Cewerî, diyar kir ku wêje û zimanê kurdî bi zilm û zordariyeke xedar re rû bi rû maye, lê belê ligel polîtîkayên asîmlasiyonê hemûya dîsa jî wêjeya kurdî heta niha hebûna xwe dewam kiriye. Cewerî, di vn şert û mercên navbirî de ji ber ku kurdan dev ji zimanê xwe bernedaye, vê rewşê wekî rewşeke "mûcîzeyî" bi nav kir û got: "Niha gelek nivîskarên kurd û li ber destê me bi sedan berhemên kurdî hene. Bi dehan weşanxaneyên kurdî hene ku ligel zext û zoriyan jî karê xwe dikin. Bi dehan komên xwendinê hene ku berhemên kurdî dixwînin." 
 
Cewerî, destnîşan kir ku her wiha derdoreke ciwan û dînamîk ku bi eleqeyeke mezin nêzî kurdî dibin heye. Cewerî, anî ziman ku divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û got: "Ji bo hebûna zimanekî, ji bo zimanek bibe zimanekî gerûdniyî, perwerdehî bivê nevê ye. Nexasim ji bo teşwîqkirinê divê qadine xebatê bên peydakirin. Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, bêyî mirov têkeve nava cihêkariyên bîrdoziyî divê hewldan, liv û tevger çê bibin. An jê wê kurdî bi xetereya tunebûyînê re rû bi rû bimîne." 
 
‘KURDÎ BI XWE SIYASET E' 
 
Cewerî, anî ziman ku xwendin, nivîsandin û axaftina kurdî li hemberî qedexekaran "serîrakirinek" e û got, kurdî bi xwe rasterast siyaset e. 
 
Cewerî, destnîşan kir ku li hemberî qedexeyan û binpêkirina azadiya fikr û ramanê, divê rewşenbîr û nivîskar bitêkoşin û got: "Heger siyaset çalakiyeke kolektîf be, nexwe wêje jî micadeleyek şexsî ye. Heger ji derve mudaxile li ser naverok û awayên berhemeke wêjeyî çê bibin û nivîskar jî berhema xwe li gor mudaxileya siyasetmedar û bîrdoziyekê binivîse, emrê wê berhemê wê ne dirêj be. Ew ji berhemeke wêjeyî wêdetir dibe metneke propagandayî. Lê nivîskarî xebateke şexsî ye û ev nayê wateya ku divê nivîskar li hemberî siyasetê be." 
 
Her wiha Cewerî anî ziman ku divê kurd ji bo mafê xwe yê neteweyî û demokratîk bi hev re tev bigerin û got: "Afirandina bîra neteweyî, bi têkoşîna li ser asasên bîra neteweyî pêkan e. Nerihetiyên di navbera gel de, di asasê xwe de esera siyasetmedara ye. Nabêjim bila partiyên kurd hemû bibin yek, heta li dijî vê fikrê me. Çimkî di pergala yekpartiyî de cih ji demokrasiyê re tuneye. Lê partiyên kurdan divê ji bo mafê neteweyî, mafên demokratîk ê kurdan bi hev r etev bigerin."