Li Wanê şahiyek ji bo Arjen Arî tê lidarxistin

img
WAN - Bi boneya ku cara ewil hemû helbestên Arjen Arî weke set hatin çapkirin, ji aliyê Weşanên Sor û Kovara Dilop ve li Wanê panelek bi navê ‘Helbesta Arjen Arî’ dê bê lidarxistin.
 
Li Wanê ji bo helbestvan Arjen Arî yê di sala 2012an de ji ber nexweşiya penceşêrê çûbû ser dilovaniya xwe û li dû xwe kuliyateke edebî ya berfireh hişt, panelek tê lidarxistin. Arjen Arî weke yek ji girîngtirîn helbestvanê edebiyata modern a kurdî dihê dîtin. Panel 1’ê kanûnê roja yekşemê saet di 18.00’an de bê lidarxistin. Di panelê de dê li ser poetîka û girîngiya Arî ji bo edebiyata kurdî û sekna wî ya rewşenbîrî bê nîqaşkirin.
 
Panel ji aliyê Weşanên Sor û Kovara Dilop ve tê lidarxistin. Di panelê de Mihemed Ronahî, Omer Dilsoz û Reşo Ronahî dê weke axaftvan cî bigirin û qala poetîkaya helbestvan, girîngiya wî bo edebiyata kurdî û sekna wî ya rewşenbîrî bikin. Ji hêla din ve berî panelê Bêkes Nûrî Abdal ê muzîkjen jî stranan pêşkêşî guhdaran bike, bi dû panelê re jî dê helbestên Arjen Arî bên xwendin.
 
‘EM XWEDÎ LI MÎRATEYA ARJEN ARÎ DERKEVIN’ 
 
 Nûnerê Weşanên Sor Reşo Ronahî têkildarî panelê de wiha got: “Em serbilind in ku cara ewil me weke weşanxane hemû helbestên şaire nemir çap kirine. Par jî di heman rojê de me li Wanê panelek li dar xistibû û me cara ewil li wê derê ragihandibû ku em ê helbestên Arjen Arî çap bikin. Salek piştî wê, di heman rojê de, li heman bajarî em vê panelê li dar dixin û weka me soz dabû xwîneran em hemû helbestên wî digihînin ber destan. Ji ber hindê maneya vê panelê zêdetir e bo me”
 
Ronahî da zanîn ku ew ê bi beşdariya xwînerên kurdî yên li derdora Wanê dê xweşhal bibin û got: “Ev rojên hanê rojên giran in. Tehde û zilm zêde ye. Helbestên Arjen Arî hêviya berxwedanê ligel meriv xurt dikin. Ji ber hindê banga me ew e ku xwînerên kurdî li helbestên Arjen Arî, li mîrateya wî xwe derkevin”.