Hunermend: Li dijî şer ne dema bêdengiyê ye, dema qêrînê ye

img
STENBOL – Hunermendên li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanya îmzeyan a “Em şer rawestînin" dan destpêkirin gotin: "Huner cîhanê xweşik dike. Şer cîhanê qirêj dike" û xwestin her kes li dijî şer bêtir dengê xwe bilind bikin. Hunermendan anîn ziman ku ev dagirkerî ye. 
 
Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêde dibin. Komek hunermend li ser înternetê kampanya îmzeyan a "Hunermendên li dijî şer" li ser malpera change.org ê kampanya dan destpêkirin. Hunermendan bi Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî bi sernavê “Em şer rawestînin" kampanya dan destpekirin. 
 
Hunermend Baran Bozyel, Cevdet Bagca, Şêrko Kanîwar, Yalda Abbasî, Hozan Comert û Xelîl Xemgîn, Rojnameger Hayko Bagdat bertekên xwe yên li dijî şer anîn ziman û xwestin aştiyek mayinde bê avakirin. 
 
BAGDAT: EV DAGIRKERÎ YE
 
Rojnameger Hayko Bagdat, diyar kir ku ev operasyona hatiye destpêkirin li dijî ruhê serdemê ye û wiha got: "Ev tevgera dagirkeriyê ye. Hişmendiya ku bi salan e mafê gelê xwe yê Kurd xesp dike, bi vê yekê hamleya nû ya El Nusra pêş dixe. Dixwazin Kurd bi nasnameya xwe li Sûriyeyê nejîn. Ez wekî rojnaemgerekî xwedî erk im ku li dijî şer rawestim. Ji niha û şûnde ji bo şer raweste û aştî pêş bikeve ezê têbikoşim. Ez bang li hemû hunermend û rewşenbiran dikim ku li dijî şer wasetin. Şer talankirin û felaket e. Divê her kes li dijî şer rawestin." 
 
BAGCA: HUNER PARASTINA AŞTIYÊ YE
 
Hunermend Cevdet Bagca jî anî ziman ku şer ji aliyê gel ve bê wate ye û wiha got: “Helwesta hunerê divê aştiyê biparêze. Şer û huner li tenişta nev nabin. Cîhana hunerê têkoşîna xweşikbûnê ye. Divê em bêtir cîhanê xweşik bikin ku mirov karibe lê bijî. Wîcdanê hunermend argumana herî mezin a bîrdozî ye. Ji ber vê yekê divê hunermend û rewşenbir guh bidin wîcdanê xwe û gav bavêjin." 
 
KANÎWAR: DEM DEMA QÊRÎNA LI DIJÎ ŞER E 
 
Şêrko Kanîşar jî anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn û bedelekî pir mezin daye û wiha got: "Êrîş li dijî pergala Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê ya DAIŞ têk biriye pêk tê. Ev êrîş li dijî pergala ku tê avakirin e. Bêtehamuliya li dijî pergalê ye. Li tu deverên cîhanê heta heta şer pêk nehatiye. Şer dawiya dawî wê biqede. Divê hunermend û rewenbir guh bidin wîcdanê xwe û li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Divê her kes li dijî şer bêjin bes e. Ne dema bêdengiyê ye. Dem dema qêrînê ye. 
 
COMERT: KURD BIBIN YEK ÊRÎŞ DÊ RAWESTIN
 
Hunermend û Hozan Comert jî anî ziman ku ji dîroka dewletbûnê heta niha êrîşên li ser gelê Kurd didomin û wiha got: "Em bang li Gelê Kurd dikin ku bibin yek. Êrîş tenê bi yekîtiya gelê Kurd wê bi dawî bibin. Me bi tu kesî re dijminantî nekiriye. Me her dem xizmeta nirxên mirovahiyê û xwezayê kiriye. Ez bang li gelê Kurd dikim. 4 perçeyên Kurdistanê rabûne ser piyan. Divê li her derê cihanê dengê xwe bilind bikin. Divê em yekîtiya xwe û îtîfaa xwe ji hemû kesan re îlan bikin."
 
XEMGîN: DEMA SEFERBERIYÊ YE
 
Xelîl Xemgîn jî anî ziman ku wekî Hunermendên Kurd ên li Ewropa dijîn hatim cem hev û wiha got: "Li dijî gelê Kurd plana komkujiyê tê kirin. Dixwaze Kurdan jî wekî Ermeniyan û gelên din tune bikin. Armanca sereke dijminantiya gelê Kurd e. Divê gelê Kurd destûrê nede vê yekê. Ger ku Kurd bibin yek dijmin nikare Kurdan tune bikin. Divê her kes seferber bibe. Divê em aştiya nava gelan pêş bikin û her aştiyê pêş bixin." 
 
ABBASÎ: YÊN BERXWEDÊR NÛNERÊ BEDEWIYÊ NE
 
Hunermend Yalda Abbasî jî xwest her kes li ber xwe bide û wiha got: " Ez Kurd im. Ez ji ber vê yekê bi rûmet û serbilind im. Koka me pir kûr e. Dixwaze Kurdan tevan koçber bike. Mirovên me di bin barana bombeyan de ne. Me dît uk çi tînin serê wan. Yên li dijî vê yekê li ber xwe didin nûnerê bedewî û xweşikiyê ne. Biborin destê min kin e. Nikarim dirêjî we bikim. Yên zarokên xwe hembêz kirine û gund bi gund digerin û dikin qerîn û hawar em ji bîr nakin." 
 
BOZYEL: PÊWISTÎ JI AŞTIYEK MAYINDE HEYE
 
Hunermend Baran Bozyel jî, anî ziman ku ev operasyon li dijî destkeftiyên Kurdan e û wiha got: "Li ser Kurdan şerekî taybet tê meşandin. Ji bo ev şer bi dawî bibe me kampanya îmzeyan da destpêkirin. Divê demek berî demekê ev şer bi dawi bibe. Divê hemû kesên xwedî wîcdan li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Divê her kes ji bo aştiyek mayinde têbikşoin. Bi taybetî divê hunermend li dijî şer bêdeng nemînin."