Nerazîbûna dengbêjan a ji bo şer: Em dengê xwe bilind bikin

img

ÊLIH - Dengbêjan jî nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xwesr a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û bang li hunermendan kirin ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin. 

Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 10'an de jî didomin. Li Êlihê, dengbêjan nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên li ser herêmê anîn ziman. 
 
Berdevkê Mala Dengbêjan a Navenda Çandê ya Biharê Hozan Hadî, destnîşan kir ku berpirsiyarê mirina sivîlan kesên îmze danîne bin etzkereyê bi xwe ne û got, ew daxuyaniyên ji bo gurkirina şer şermezar dikin. Hadî, bilêv kir ku ji bo xwîn bê sekinandin divê her kes tev bigere û got: "Em van pêkanînan qebûl nakin." Her wiha Hadî ji bo pêşî li van êrîşan bê girtin îşaret bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurd kir. 
 
‘ZAROK DIMIRIN' 
 
Dengbêj Ezîzê Koçer jî ji bo yekîtiyê bang li gelê kurd kir. Koçer, destnîşan kir ku kesên xwedî wijdan şer naxwazin û got: "Ma kî dixwaze mirov bimirin? Ma kî dixwaze mirov di bin tanqan de bieciqin. Dibêjin 'Kaniya Aştiyê'. Na bi vî awayî aştî çê nabe. Ma gava zarok bimirin aştî pêkan e?" 
 
Ehmedê Xî jî got: "Divê hemû hunermend û dengbêj li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin."