Mem Ararat konserek bêhempa li dar xist

img

AMED – Hunermend Mem Ararat li Amedê bi beşdariya sedan welatiyan konserek bêhempa li dar xist.

Hunermendê navdar ê kurd Mem Ararat li Amedê konserek bêhempa li dar xist. Konser li otelek bajêr pêk hat. Beriya konser bê lidarxistin bi sedan welatî li benda Ararat sekinînin. Piştî demek kin Ararat bi pêşwazîkirinek germ derket ser dikê. 
 
Ararat beriya stranên xwe bêje axaftinek kin kir. Ararat anî ziman ku ew bi kelecana konserek nû, bi dilgermiya Aram Tîgran, bi dilgermiya Meryem Xanê û bi dilgermiya Mihemed Arîfê Cizîrî hemû mêvanên xwe silav dike û ji ber ku li Amedê konserê li dar dixe gelek kêfxweş e.
 
Piştî axaftinê Ararat bi strana “Zîz” dest bi konserê kir û gelek stranên ji hev xweştir li pey hev got û şevê li welatiyan geş kir. Di hin stranan de welatî rabûn govendê girtin. Ararat bi strana “Dil disoje” got û konsera xwe bi dawî kir.