‘Psychology Kurdî’ bi mijara ‘Jin û Derûniya Jinê’ derket

img
AMED – Hejmara 9’emîn a kovara derûnnasiyê “Psychology Kurdî” derket. Kovar di vê hejmarê de bi mijara “Jin û Derûniya Jinê” derketiye pêş û gelek mijarên cûrbicûr li kovarê hatine kirin. 
 
Hejmara 9’emîn a kovara derûnnasiyê “Psychology Kurdî” derket. Weke ku tê zanîn ev kovar, yekem kovara derûnnasiyê ya bi kurdî ye û ji 4 mehan carekê diweşe.  Kovara derûnnasiyê di vê hejmara xwe ya nû de weke dosyayê cih daye “Jin û Derûniya Jinê.” Bi vê dosyayê xwestine ku mijar û pirsên nû têxin rojevê. Wekî din di hejmara nû de ji bilî dosyayê dîsa gotarên cûrbicûr û balkêş cihê xwe digirin.
 
Di vê çarçoveyê de; Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya “Derûniya Şidetê, Trawma û Çand” ya ku ji aliyê Abdulsittar Ozmen ve ji îngilîzî hatiye wergerandin, bi zimanekî zanistî behsa trawma û derûniya şidetê dike ku bê ka çawa çand; civak û nifşan dixe bin bandora xwe.
 
Derûnbijîşk Dr. Azad Dildar bi nivîsa xwe ya “Derûniya Jinan di Civaka Pederşahî de” li ser zayenda civakî û şideta derûnî ya li hemberî jinê radiweste û di derûniya jinan de rola faktorên takekesî û civakî rave dike.
 
Prof. Dr. Şahika Yuksel bi xebat, lêkolîn û nivîsên xwe yên derbarê jinan tê nasîn. Kovar jî di vî warî de bi berfirehî hevpeyvîneke dewlemend bo xwendevanên xwe amade kiriye.
 
Derûnnas Mihemed Elî Alûcî jî bi nivîsa xwe ya “Jin û Derûnkolînerî” behsa rol û bandora jinê di derûnkolîneriyê de dike, bê ka rola jinan di destpêk û avakirina derûnkolîneriyê de çi ye.
Derûnnas Siyabend Aslan di nivîsa xwe de “derûniya ducanîtiyê” rave dike û nexweşiyên derûnbijîşkî yên ku di vê qonaxê de bêhtir tên dîtin vedibêje. 
 
Derûnnas Leyla Nisêbînî di nivîsa xwe ya “Terapiyên Femînîst” de, zanista serdest, di terapiyê de pirsgirêkên jinan û nirxandina wan, têkiliya zordariyên civakî û takekesî, tundiya zayendî û rêbazên terapiya femînîst nîqaş dike.
 
Derûnnas Rewşen Remakî bi nivîsa xwe ya “Zewaca bi zaroktî û pirsgirêkên wê yên derûnî” li ser pirsgirêkên zewaca bi zaroktiyê radiweste û zewaca pêşwext dinirxîne.
 
Derûnnasê Klînîkî Yusuf Atabay bi ceribandina xwe ya “Têkiliya Zarok û Dayîkê” bi hûrgilî behsa têkiliya dê û zarokê dike û girîngiya vê rewşê berçav dike.
 
Pispora Xizmeta Civakî Gulperî Gunduz di nivîsa xwe ya “Zayenda Civakî, Femînîzm û Sepana Xizmeta Civakî ya Femînîst” de, li ser jin û têgehên “zayenda civakî” û “zayenda biyolojik” sekiniye û piştre têkiliya zayenda civakî û feminîzmê û girîngiya sepana xizmeta civakî ya femînîst rave kiriye.
 
MIJARÊN CÛRBICÛR
 
Ji bilî gotarên dosyayê gelek xebatên li ser mijarên cûrbicûr hene.
 
Şêwirmendê Derûnî Erdal Gul bi nivîsa xwe ya kirmanckî “Baverîya Raya Haq de Motîfê Ana Fatma û Bingeyê Psîkolojîkê”, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn bi “Taybetmendiyên Zarokên Astengdar yên ku Perwerdehiya Entegrasyonê Dibînin”, Derûnnas Îsmaîl Guven bi “Şîzofrenî”,  Derûnnas Isabella Bêrîvan bi “Psîkolojiya li Pişt Komkujiya Cadûyan a Serdema Navîn”, Hataw Ahmed Sharîf û Shwana Kanabi Omer bi “Arambûnewe (Xawbûnewe)”, Newroz Xebat Yildirim bi “Hûr Hûr Lêxin Govendê”, Antropolog Welat Ramînazad bi “Meymanperwerîya Dagirbîyayoxanî û Meşrukerdişê Dagirbîyayişê Înanî” û Sînemager Ferat Kevir bi “Jin û Sînemaya Kurdan” nivîsên xwe li kovarêk irine û mêvanê beşa “Pirs  û Bersiv”ê jî Sînemxan Bedirxan e. 
 
Hûn dikarin hejmara nû ya kovarê li ser înternetê û ji pirtûkfiroşan peyda bikin.