Mîhrîcana Mem û Zîn hat taloqkirin: Ev dewama pêkanîna qeyûman e

img

ŞIRNEX - 1’emîn Mîhrîcana Çand û Huherê ya Ciwanan a Mem û Zînê ya li Cizîrê, bi hinceta qedexeya Walîtiaya Şirnexê, hat taloqa kirin. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirîg, diyar kir ku ev dewama pêkanînên qeyûman e. 

 
Şaredariya Navçeya Cizîr a Şirnexê xwest îro û sibe 1’emîn Mîhrîcana Çand û Huherê ya Ciwanan a Mem û Zînê li dar bixe, lê ji ber qedexeya 15 rojan a biryara walîtiyê hat astengkirin. Starta mîhrîcanê wê li Mala Dengbêjan bihatiba dayîn. Li ser vê yekê polîsan di saetên serê sibê de, bi gelek wesayîtên zirxî derdora Mala Dengbêjan girtin. Lê ligel ablokeya polîsan a zêde jî  gelek ciwan li Mala Dengbêjan kom bûn û guvend gerandin. 
 
ZIRIG: ASTENGIYEK BÊHIQÛQIYE
 
Polîsên ku bi Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig re hevdîtin kir, gotin ku mîhrîcan hatiye qedexekirin. Zirig, diyar kir ku ne Walîtî û ne jî Qeymeqamtî dikarin şahiya li qadeke sergirtî ya şaredariyê bê lidarxistin, qedexe bikin û wiha got: “Ev astengiyek bêhiqûqiye.” 
 
 Ciwanên ku ev rewş şermezar kirin, li erbaneyan xistin û li ber stranan guvend gerandin. Dûre, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Hevşaredarên HDP’ê û ciwan derbasî avahiya şaredariyê bûn. Hevşaredar Zirig li vê derê daxuyanî da û bi van gotinan bertek nîşanî biryara qedexeyê da: “Em biryara Walitiyê baş dizanîn. Em dizanîn ku ev hişmendiya qedexeker jî, bingeha xwe  ji ku derê digire. Ev dewama pêkanîna qeyûmane. Em carek din qedexeyan şermezar dikin.” 
 
Zirig, da zanîn ku wan mîhrîcan taloqî dîrokek pêşdetir kiriye. 
 
Piştre parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî, axaftinek kurt kir û wiha got: “Têkoşîna ciwanan a li dijî fihûş û tiryakê wê dewam bike. Emê li hemberî polîtîkayên zextan serî ne tewînin.”  
 
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmeya “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû. 
 
CIWANÊN BINÇAVKIRÎ HATIN BERDAN 
 
Li aliyê din, 22 ciwanên ji bo mîhrîcanê di saetên serê sibê de hatin bajêr û hatin biçavkirin, serbest hatin berdan.