Pirtûkgehên ku li otogarê hatine danîn dê qet neyên valakirin!

img

AMED - Salih Aydin û Nîzamettîn Kurt ku bi 200 pirtûkî hatin serdana Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, pirtûkên ku anîn li şûna deynin şaredariyê, danîn pirtûkgehên ku li otogarê bi cih kirin. 

Hevalên hev Salih Aydin û Nîzamettîn Kurt ku bi 200 pirtûkên berhevkirî hatin serdana Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, pirtûkgeh li Otogara Navbajaran a Amedê bi cih kirin. Her du heval di serdana xwe de fikir û projeyên xwe bi Mizrakli parve kirin. Li ser vê yekê Mizrakli, ji bo projeyê, li Atolyeya Darîn a Sumer Parqê ya di bin banê Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, qutiyên ahşap da amadekirin û bi van qutiyan li otogarê pirtûkgeh da çêkirin.  
 
10 PIRTÛKGEH
 
Li nav otogorê bi rengên cuda 10 pirtûkgehên ku bi qutiyan hatine çêkirin bi stûnan ve hatine daleqandin û 200 pirtûk li wan hatine bicihkirin. Pirtûkgehên ku bi mudaxaleya Hevşaredar Mizrakli hatine amadekirin, li otogarê bala rêwiyan dikişînin. Li pirtûkgehên ku rastî eleqeyeke zêde tên her cûre pirtûk hene. Piraniya pirtûkan kevn in û her roja ku derbas dibe hejmara wan kêm dibe. Tê gotin ku gelek rêwî jî pirtûkan taqas dikin. Hişyariya li bin pirtûkgehan hatiye nivîsandin jî wiha ye: "Ji bo rêwitiya xwe hûn dikarin bigirin, ji bo kesên ku derên rê jî hûn dikarin pirtûk deynin."
 
TÊRA HERKESÎ PIRTÛK HENE
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Pirtûkxanvanên Tirk a Stenbolê Salih Aydin diyar kir ku beriya niha li bajarên mîna Mêrdîn, Wan, Amed û Bolûyê gelek projeyên avakirin û başkirina pirtûkxaneyan çêkirine. Aydin da zanîn ku armanca wan ew e ku pirtûkên berhev kirine li şûna deynin şaredariyê bikin xizmeta gel e û wiha got: "Me ji bo ku gel hê leztir xwe bigihîne agahiyan, teşvîqkirina xwendinê û astengkirina tozgirtina pirtûkan a li refan, van pirtûkgehan çêkir. Aydin destnîşan kir ku di 2 hefteyan de 300 pirtûk berhev kirine û got ku ji bo ku xwe herkes xwe bigihîne agahiyan têra wan pirtûk li otogorê hene. 
 
'ARMANC XWENDINA PIRTÛKAN A HERKESÎ YE'
 
Nîzamettîn Kurt jî armanca projeya wan wiha aşkera kir: "Em armanca dikin ku li herêma me ji heft saliyan bigire heta heftê saliyan herkes bixwîne. Ji bo ve yekê projeyên me yên ku me kiriye meriyetê hene. Me beriya cejnê xwest xelatek bidin Amedê. Me xwest rêwî li cem temaşekirina filman û guhdarkirina muzîkê, pirtûk jî bixwînin. Me ji bo rêwiyên ku li otogarê radiwestin gavek avêt. Paşvegerandina pirtûk ne pir girîng e, lewre hevşaredar got ku her pirtûkgeha ku vala bûye dê pê re bê têjekirin. Di her pirtûkgehekê de nêzî 20m pirtûkî hene. Me bi rengî pirtûkan li her dera Tirkiyeyê belav kir. Ne tenê ji bo Amedê, heta Stenbolê jî pirtûkên me çûne."
 
RÊWÎ Û ESNAF JÊ RAZÎ NE
 
Rêwî û esnafên otogarê eleqeyek zêde nîşanî pirtûkan didin û daxwaz dikin ku qlîmayên xerabe yên otogorê bên sererastkirin. 
 
MA / Aydın Atay