Dengbêj û stranbêja siberojê: Sarya Ertaş

img
AMED – Sarya Ertaş di malbata xwe de nifşa sêyemîn e ku xebata muzîka kurdî dike. Di 9 saliya xwe de dest bi perwerdehiya muzîkê dike, îro kilaman dibêje, stranan qîr dike û mamostetiya muzîkê dike. Xwe amade dike ku li ser piyanoyê dengê melodiyên kurdî jî bilind bike. 
 
Dengê jinên kurd çand dengbêjiyê bêtir xweştir dike. Gotinbêjiya jinan jî di nava civaka kurd xwedî cihek taybet e. Yek ji van gotinbêj ango dengbêja ciwan a kurd Sarya Ertaş e û mirov dikare bêje ew namzeta kilambêjiyê ye. Sarya Ertaş 9 sal in bi karê hunerê ve mijûl e. 
 
9 sal berê li Akademiya Aram Tîgran a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve hat girtin dest bi xebata muzîkê dike. Ertaş di 11 saliya xwe de li Aram Tîgranê dest bi kursa kemanê û stranbêjiyê dike. Bi stranbêjiyê û muzîkjeniyê re dengbêjiyê jî li dar dixe. Piştî Akademiya Aram Tîgran hat girtin, Akademiya MA Muzîkê vebû û Ertaş li vir xebatên xwe yên hunerî didomîne. Ertaş li MA Muzîkê enstrûmana xwe diguherîne û dest bi lêdana piyanoyê dike. Ertaş bi 35 hevalên xwe re piştî perwerdehiyek dûr û dirêj mezûn bû û belgeya xwe wergirt. Ertaş êdî bûye mamosteya muzîkê û niha li MA Muzîkê perwerdehiyê dide zarokan.
 
3 NIFŞÊN HUNERA KURDΠ
 
Qirika dengbêjiyê ya Saryayê çima xurt e, helbet çavkaniya xwe ji cihekî digire. Ew dibêje ku qirik ango çanda wê dengbêjiyê ji kal û bavê wê tê. Bapîr û bavê wê jî dengbêjiyê dikin. Sarya keça dengbêj ango stranbêj Axîn Biro yê niha li Girtîgeha Alanyayê girtî ye. Saryayê dibêje her çiqas hunermendiyê ji akademiyan fêr bibûye jî lê ji sedî 50’î bandora malbatê li ser wê heye.
 
Sarya dibêje her çiqas bavê wê ji wê dûr be jî lê dîsa jî bavê wê jê re dibe alîkar û ji bo pêşketina muzîkê bi rêya peyam û nameyan nêrînên xwe jê re dişîne. 
 
Sarya Ertaş têkildarî xebatên xwe yên çand û hunerî ji ajansa me re axivî. Saryayê ewilî ji me re li piyanoyê dide û kilam û stranan dibêje. Sewta wê xweş û dema mirov li sewta wê ya kilama “Wey malîno” guhdar dike deng û terza wê dişibe ya hunermend Leyla Îşxan. 
 
BI KEMANÊ RÊWÎTIYA WÊ DEST PÊ DIKE 
 
Ertaş anî ziman ku 9 sal in ew bi karê muzîka kurdî re eleqedar dibe û got eleqeya wa yê ji bo muzîkê ji malbatê yanî ji bav û bapîrê wê tê û di malbatê de ew nifşa sêyemîn e ku karê hunerê dike. Ertaş diyar kir ew kilam û stranan bi hev re dibêje û got: “Kilambêjî û stran bextewariyê dide min. Min di koroya zarokan a Akademiya Aram Tîgran de dest bi perwerdehiya muzîkê kir. Min bi kemanê dest pê kir, her wiha perwerdehiya solfej û rîtmên xwezayî jî didan min. Min perwerdehiya zimanê kurdî jî didît.” 
 
‘JI BO AZAD BIFIKIRIM MIN AKADEMIYÊ BIJART’ 
 
Ertaş da zanîn ku li gel wê Lîseya Hunera Xweşik (Guzel Sanatlar) qezenc kir jî lê ew neçû lîseyê û wiha got: “Ji bo ez xwe bi awayek azad hîs bikim divê min biryar bida ya divê ez biçim lîseya dewletê ya jî ez li akademiyê dewam bikim. Malbata min jî xwest ez li akademiyê xebatên xwe yên muzîkê dewam bikim. Bêguman daxwaza min jî di vî warî de bû. Piştî min biryara xwe da li akademiyê xebata hunerê dewam kir. Min dengbêjiyê û muzîkjeniyê li vir pêş xist. Min lêdana kemanê guhert û ev 3 sal in li piyanoyê didim. Li Akademiya MA Muzîkê bi ders dayîna mamosteyên me ji Rojhilatê Kurdistanê, ez dikrim bêjim me perwerdehiyek baş wergirt.” 
 
‘ME GUH NEDA REWŞA AWARTE’ 
 
Ertaş destnîşan kir ku perwerdehiya wan di şert û mercên rewşa awarte de derbas bû û got: “Me jî para xwe ji tunekirina çand û hunera kurdî girt. Dema akademiya Aram Tîgran hat girtin me tengezariyê mezin dît. Lê me bi kelecan û kêfxweşiyek mezin Akademiya MA Muzîkê ava kir. Me bi du polan dest pê kir lê niha 15 polên me hene û em hem dersê dibînin û hem ders didin. Em hem li vir şagirt bûn hem jî me wek berpirsên vê derê xwe dît.” 
 
‘BAVÊ MIN DIGOT ÊDÎ SARYA KEÇA WE YE’ 
 
Ertaş bi bîr xist ku wê îlham xwe ya mezin ji bav û bapîrê xwe wergirtiye û wiha domand: “Yanî kilambêjiya min ji bav û bapîrê min tê. Qirika dengbêjiyê ango gotinbêjiyê çiqas dikarim bikar bînim nizanim ez vê ji temaşeger û guhdarvanên me re berdidim. Ez xwe di muzîka kurdî bêtir azad tînim ziman. Ji bo wê gelek bala min kişand û dikişîne. Piştî min dest bi perwerdehiya koroya mezinan kir, hefteyek şûn ve bavê min hat girtin. Bavê min ji mamosteyên min re digot ‘Êdî Sarya bi we re ye û keça we ye. Bila di her xebatê de bi we re be û muzîkê fêrî wê bikin.’ Li ser van gotinên bavê min divê min serê xwe muzîkê re biêşanda. Êdî min xwest ez şûna hunera bavê xwe vala nehêlim û min hemû jiyana xwe de karê muzîkê. Bavê min tim ji me re kilam û stranan digot. Bandorek wî ya mezin li ser min heye. Her tim daxwaza wî ew bû ez xwe li pêş bixim. Ji bo ez daxwazên bavê xwe pêk bînim, kêliyek jî min dest ji muzîkê berneda. Her çiqas bavê min ne li gel me be jî lê ji bo pêşxitina muzîkê ne astengiye. 
 
BAVÊ MIN HÊZ DIDE MIN 
 
Ji girtîgehê her tim peyam û nameyan ji min re dişîne û dibe alîkar. Ji bo bavek wiha û malbatek wiha li pişta min e, ez gelek kêfxweş im. Dibe ku bavê min bi awayek fizikî ne di navbera me de be, lê ew bi rûh, gotin û fikrên xwe tim li gel min e û di bîra min de ye. Her gava ez diavêjim gotinên wî tên bîra min û ev jî dibe sedemê lipêşxistina min.” 
 
BI PIYANOYÊ NEWAYÊ KURDÎ DAXWAZ DIKE 
 
Ertaş da zanîn ku li ser piyanoyê ew her tim bi terza klasîk dixebite û got: “Helbet ji bo ez li ser piyanoyê muzîk ango newayên kurdî li pêş bixim daxwaziyek jî heye. Niha ji bo ez li ser piyanoyê dengê kurdî derxim dixebitim. Ez dixwazim melodiyên kurdî hilberînim.” 
 
‘HUNERMENDÊN WEK AYŞE ŞAN Û MERYEM XAN ME ANÎN VAN ROJAN’ 
 
Ertaş bi bîr xist ku jina kurd di qada stranbêjî ango muzîka kurdî de gelek tengezariyên mezin kişandine û wiha got: “Hunermendên jin ên van tengezariya kişandin wek mînak Ayşe Şan û Meryem Xan in. Dema ez jiyana wan dixwînim û li wan guhdar dikim, ji min re dibin mînak. Heke wan di wan şertên zor de pêşiya van tengezariyan venekirina, belkî îro me jî bi awayek azad di nava civakê de nikaribûya hûnera xwe nîşan bida. Di esasê xwe wan di muzîka kurdî de jinan anîn cihek azad. Hemû astengiyên pêşiya hunermendên jin rakirin. Em jî îro wek şagirtên wan li ser rêya wan têkoşîna xwe ya muzîkê didomînin.” 
 
MA / Bîlal Guldem - Arjîn Dîlek Oncel