MA Musîc konsera mezûniyetê li dar dixe

img

AMED – Akademiya Ma Musîcê di 28’ê hezîranê de ji bo xwendekarên xwe bi konserekê merasîma mezûniyetê li dar dixe û şêniyên Amedê vexwend merasîmê.

Akdemiya MA Musîcê ya li Amedê xebatên muzîkê birêve dibe dê di 28’ê hezîranê de merasîma mezûniyeta xwendekarên xwe li dar dixe. Dê merasîma mezûniyetê li Salona Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ÇandAmed) saet di 19.00’an de bê lidarxistin. Komên muzîkê yên Ma Musîcê dê di merasîma mezûniyetê de derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.
 
Bi giştî 37 xwendekar mezûn dibin û temenê wan di navbera 16 û 30 salî de diguhere. Ev 4 sal in ku li Akademiya Ma Musîcê perwerdehiya beşa muzîkê didîtin. Şagirtên ku mezûn dibin dê li ser dikê performansa xwe bidin nîşandan. 
 
Ma Musîcê di vexwendnameya xwe de malbatên xwendekaran vexwend bernameyê û wiha got: “Beşdariya we ya ji bo mezûniyeta xwendekarên Akademiya Ma Musîce ji bo me cihê şanaziyê ye.” 
 
Siyasetmedarên kurd û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî ji bo bernameyê hatine vexwendin.