Qaymeqamiya Derikê bernameya îmzekirinê ya Nivîskar Mehdî Perînçek qedexe kir

img

MÊRDÎN - Bernameya îmzekirina ya Nivîskar Mehdî Perînçek ku dê îro li Dêrikê bi xwînerên xwe re bihatina gel hev û pîrtûkên xwe dane îmzekirin, ji aliyê Qaymeqamiya Derikê ve hat qedexekirin. 

Bernemaya îmzekirina pirtûkên “Îz” û “Kizil Bone” yên Nivîskar Mehdî Perînçek ku ji aliyê Nûnertiya Egitîm SEN'ê ya Derikê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Navenda Pena Kurd ve hatibû organîzekirin û dê îro li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bihatina lidarxistin, ji aliyê Qaymeqamiya Derikê ve hat qedexekirin. Polis, li saziyên organîzator ku beriya 3 rojan qaymeqamiyê agahdar kiribûn geriyan û ji wan re ragihandin ku bernameya îmzekirinê ji aliyê qaymeqamiyê ve hatiye qedexekirin. Polisan weke hincet jî biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiya Mêrdînê ya ku dê heta 31'ê Kanûna 2019'an bidome nîşan da. 
 
Endamê Lîjneya Navendî ya ÎHD'ê Abdûrrahman Kizilay tekildarî mijarê diyar kir ku ji ber lidarxistina bernameyê ne girêdayî destûrê ye biryara qedexekirinê ya qaymeqamiyê qebûl naikin. Kizilay da zanîn ku polis agahdarnameya nivîskî jî dê di nav hefteyê de ji wan re bişînin û piştî vê agahdarnameyê li Dadgeha Îdareyê serlêdana îttîraza biryarê bikin.