Hejmara 3’yemîn a fanzîna Biçûkêd Kurmancan derçû

img
AMED – Hejmara 3’yemîn a Biçûkêd Kurmancan ku weke “fanzîneke bi rihê şûm û şêwaza rehet derdikeve” tê pênasekirin derçû. Helbestên di fanzînê de bi piranî îronîk û rexneyî, nûjen û ezmûnger in. 
 
Meyra Cîmeylê, Peyameddîn Mikemmelij, Teyrik Oksîcan û Tozo Refikzade, demeke fanzîneke kurdî derdixînin. Fanzîna ku bi navê Biçûkêd Kurmancan, derdikeve tene li ser înternetê tê belavkirin. Fanzîn bi tevkariya Meyra Cîmeylê, Peyameddîn Mikemmelij, Teyrik Oksîcan û Tozo Refikzade, ku di heman demê de nivîskarên fanzînê ne, derdikeve.
 
Biçûkêd Kurmancan xwe wiha pênase dike: Fanzîneke spesîfîk e; bi tenê fanzîna helbestê ye û ji helbestê pê ve ti deqên edebiyatê naweşîne. Biçûkêd Kurmancan, ne bi rihê sar yên kovarên edebiyatê yên akademiyê, bi rihê şûm û şêwaza rehet a fanzînan derdikeve. Bo weşanê tu periyod nehatiyê dayîn. Nivîskar, kengî guncaw bin û dilê wan kengî bixwaze dê hingî hejmara nû derbixin.
 
Helbestên di fanzînê de piranî îronîk û rexneyî, nûjen û ezmûnger in. Nivîskar û şa’îrên fanzînê bi vê hewildanê dixwazin di helbesta kurdî de tiştekî nû biceribînin; deng û rengekî din nîşan bidin, pencereyeke din vekin. Bi vê daxwaz û armanca nûjenî û nûxwaziyê dest bi weşanê dike.”
 
Fanzîna Biçûkêd Kurmancan li ser malpera http://www.bicukedkurmancan.com û https://issuu.com weke PDF û bêpere tê daxistin û xwendin. Biçûkêd Kurmancan bi hejmara xwe ya 3'yemîn li pêşberî xwendevanan e.