2’yemîn Rojên Muzîkê ya MA Muzîkê dest pê kir

img

AMED – MA Muzîkê li Amedê Rojên Duyemîn ên Muzîkê bi Orkestraya Zarok MA û Orkestraya Rîtmên Xwezayî ku zarok cih digirin li dar xist. Di şahiya hat lidarxistin de zarokan li ber rîtmên xwe yên xwezayî û stranên ji hev xweştir şev li Amediyan şên kirin.  

MA Muzîk a li Amedê xebatên xwe yên muzîkê ku bi rê ve dibe bi sedan xwendekar têdigihîne. Ma Muzîkê bi wesîleya duyemîn damezrandina salvegera xwe 2’yemîn Rojên Muzîkê li Taxa Bagcilar a Navçeya Rezana Amedê li salonek dawetê li dar xist. Bi sedan zarok û malbatên xwe, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Rezan û Sûrê û gelek welatî beşdar bûn. Roja ewil a Rojên Muzîkê bi Orkestraya Zarok MA û Orkestraya Rîtmên Xwezayî ya zarokan dest pê kir. Zarok beriya bername dest pê bike bi cilên xwe yên gelerî ku li xwe kiribûn li dikê amade bûn û li benda destpêkirina bernameyê sekinînin. Li salonê cih nema û welatiyan li ser piya li konserta zarokan temaşe kir. Welatî demek dirêj li benda konsertê man û bi destpêkirina konsertê re welatî bi çepikan orkestrayan silav kir. Bernameyê bi axaftina ji mamoste û berpirsên MA Muzîkê Şêrko Kanîwar dest pê kir.
 
‘VA DÎSA EM Û VA DÎSA HÛN’
 
Kanîwar bi gotinên “Vaye em û vaye hûn dîsa em li ser dikê ne û dîsa hûn temaşevan in” dest bi axaftina xwe kir û got tu astengî û qedexe nikare pêşiya hunera wan bigire. Kanîwar bal kişand ser girtina saziyên wan ên muzîkê yên ji aliyê qeyûman ve hatin girtin û got: “Haya wan jê tune bû em ê pirttir bibin. Nizanibûn ku em ê bi her awayî hunera xwe li pêş bixin. Ew salonên mezin ên bêruh bila ji we re bin û bila her dever ya me be. Wan digot em ê van deveran bigirin wê êdî ev muzîkê nekin. Lê nizanibûn ku em li her deverê ne. Em ê wisa li çavê hev binêrin û muzîka xwe biafirînin. Em ê bi ruhê berxwedanê her tim li gel hev bin û em ê stran û muzîka xwe biafirînin. Me soz dabû zarokan û we. Heke me bigirin jî em ê û me bikujin jî em ê stranên xwe bêjin û karê xwe dewam bikin.” Kanîwar da zanîn ku ji ber peyva “Kurdistan” 17 hezar TL ceza li strana “Kurdistan Çi Xweş e” a di Zarok TV de hat weşandin birine û cezayê qedexekirina 4 bernameyan li wan birine. Kanîwar ji malbatan û gel xwest her kes xwedî li ziman û hunera xwe derkeve û zarokên xwe li kursên wan qeyd bikin û bila bişînin perwerdehiya muzîkê.
 
TEVÎ CEZA JÎ GOTIN ‘KURDISTAN ÇI XWEŞ E’
 
Kanîwar got tevî ku ceza li wan birîne jî ew ê şahiya xwe bi strana “Kurdistan Çi Xweş e” bidin destpêkirin û ligel cezayan jî dê stranê bêjin. Beriya orkestra stranên di rêzê de bêje bernameyê bi strana “Kurdistan Çi Xweş e” dest bi şahiyê kirin.
 
 BI NEWROZÊ DEST PÊ KIRIN Û BI NEWROZÊ QEDANDIN
 
Ewil Orkestraya Zarok MA ya ku hunermend û mamosteya wan Devrîm Demîr şefîtiyê jê re dikir stranên xwe bi enstrumanan gotin. Orkestrayê bi boneya meha Newrozê strana “Newroza Arî” dest bi şahiyê kir û piştî çend stranên ji hev xweştir gotin bi strana  “Newroz e Newroz e” dawî li beşa stranên bi enstrüman anîn. Piştî Orkestraya Zarok MA, heman zarok vê carê jî bi Orkestraya Rîtmên Xwezayî ku Şêrko Kanîwar şefîtiya wê dikir derketin ser dike û bi kevşî, şûşe, karton, darik, teyfikan newayan pêk anîn û stran gotin. Orkestraya Rîtmên Xwezayî bi strana “Keleşo” dest bi strandinê kir û hemûyan çend stranan bi yek dengekî û newayekê gotin. Dem bi deman malbatên zarokan jî stran li zarokan dubare kirin. Dengê rîtma xwezayî û stranên zarokan li salonê olan da. Zarokan bi strana “Leylo” dawî li şahiya xwe anîn.
 
ŞEVA AMEDIYAN ŞÊN KIRIN Û DÎMENÊN RENGÎN LI PEY XWE HIŞTIN
 
Orkestrayan bi newa û stranên xwe şevê li Amediyan şên kirin û dîmenên rengîn li pey xwe hiştin. Dîmenên şahiya zarokan hêjayî temaşekirinê ye. Duyemîn Rojên Muzîkê dê îro êvarê bi şahiya komên mezinan ên MA Muzikê bi dawî bibe.