Serlêdaran bertek nîşanî biryara DMME'yê da: Wijdanê mirovan êşand

img
ÊLIH - DMME'yê serlêdana ji bo Heskîfa dîrokî red kir. Serlêdêran bertek nîşanî vê biryarê dan û destnîşan kirin ku ev biryar wijdanê mirovan êşandiye. 
 
Ji bo Heskîf di bin Bendava Ilûsûyê de nemîne û bê parastin Prof. Dr. Zeynep Ahûnbay, Prof. Dr. Olûş Arik, Prof. Dr. Metîn Ahûnbay, Parêzer Mûrat Cano û Derhênerê Weşanê yê KOvara Magnayê Ozcan Yuksek di 22'yê Sibata 2006'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Lê belê DMME'yê du roj berê biryara xwe aşkere kir û serlêdana red kir. Serlêdêr û aktivîst, bertek nîşanî vê biryarê dan. 
 
Derhênerê Weşanê yê Kovara Magnayê Ozcan Yuksek, destnîşan kir ku ji bo Heskîf bê parastin wan serî li DMME'yê dabû û got: "Ji ber Heskîf li rojhilatê welêt e biryarek wisa hat dayîn?" Yuksek, diyar kir ku bermayiyên şaristaniyan li Heskîfê ne û got: "Qey ji ber ne dîroka ewropiyan e biryareke wisa dan? Ev der qiymeteke hevpar a çandî ya hemû mirovahiyê ye." 
 
‘KARESAT E' 
 
Yuksek, anî ziman ku ew bi vê biryarê mat mane û got: "DMME, bi mantiqeke wekî li ser bedena mirovekî eziyetek hebe tev geriyaye. Halbûkî li vir ji bedena mirov bêtir tişt hene. Em behsa Heskîfeke ku ruhê mirv bilind dike. Tenê ne Heskîf, ji bo tevahiya Geliyê Dîcleyê dibêjim." Yuksek, diyar kir ku lê belê rewşeke ku dibe cihê hêviyê jî heye. Yuksek, anî ziman ku ev biryar bi yekdengî nehatiye dayîn û got: "Hîn jî hêvî ye. Em dikarin Heskîfê xelas bikin. Ji bo vê jî divê mirov dengê xwe bilind bikin û nehêlin bendav bê çêkirin. Çawa ku di dema felaketeke xwezayî an jî di bûyereke din de di rojname û televîzyonan de diaxivin, divê ji bo Heskîfê jî biaxivin. A li Heskîfê qewimîşî karesetak e. Qirkirineke çandî pêk tê. Ev felaket e." 
 
'DÛRÎ MIROVAHIYÊ YE'
 
Prof. Dr. Zeynep Ahûnbay jî, bi bîr xist ku ji bo ew Heskîfê xelas bikin wan serî li DMME'yê daye. Ahûnbay, anî ziman ku lê belê DMME'yê li gorî mewzûata xwe ya hundurîn ev yek nirxandiye û got: "DMME, ev yek wekî ji bo ev mîrat ji nifşên nû re bibîne nenirxandiye û serlêdan red kiriye. Halbûkî di vê der barê de dîtina UNESCO'yê heye. Tenê li ser vê yekê jî hûr bibûna wê ev biryar nedana. DMME, bi awayekî bertek nêzî meseleyê bûye û red kiriye. Tiştên li Heskîfê diqewimin me diêşîne. Ferasetek heye ku di sedsala 21'ê de ji bo bendavan mîrateyeke xwezayî û çandî xera dike. Ez vê ferasetê şermezar dikim. Ev liv û tevger dûrî mirovahiy ye." 
 
Prof. Dr. Olûş Arik jî, bertek nîşanî biryara DMME'y da û got: "Berê jî min got divê HEskîf qada sîtê be û bi rihetî bê lêkolînkirin. Çima niha şikeftan digirin? Ma rewşeke xweser heye? Divê bê lêkolînkirin. Bi ya min divê wîsa nemîne. Çend minareyan ji cihên wan radikin û dibin cihekî. Heskîfeke bi vî awayî nabe. Avahiyên dîrokî nemaze yên tên kişandin di Serdema Navîn de hatine çêkirin. Xerca wan pir saxlem e. Bi veguhastina wan avakirina Heskîfeke din ne mimkun e. Li jêr dîrokeke mezin heye. Divê Heskîf li cihê xwe bimîne û di bin avê de nemîne." 
 
'EWROPA JÎ BERPIRSIYAR E' 
 
Berdevkê Hewldana Heskîfê Ridvan Ayhan jî, destnîşan kir ku DMME'yê wijdanê mirovan êşandiye û ji bo parastina Heskîfê divê herkes bitêkoşe. Ayhan got: "Ew serlêdan ji bo me serlêdaneke pir biqîmet bû. Lê belê nehat qebûlkirin. Divê ji cîhanê arkeolog bên û lêkolînê bikin û vê texrîbatê tomar bikin." Ayhan, destnîşan kir ku biryara DMME'yê biryarek siyasî ye û Ewropayê jî yek ji berpirsiyarên vê texrîbatê ye.
 
MA / Metin Yoksu